کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Ji bo aştiyê li 7 herêmên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îmze tên komkirin

Omer Sonmez

Omer Sonmez

27-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Omer Sonmez
Omer Sonmez27-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê tenê 16 kontenjan ji bo mamosteyên Kurdî veqetandin
TIRKIYE27-11-2026

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê tenê 16 kontenjan ji bo mamosteyên Kurdî veqetandin

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e
TIRKIYE26-11-2026

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e

Civîna MGKyê bi dawî bû: Rewşa dawî û bipêşketinên pêvajoyê hatin nirxandin
TIRKIYE26-11-2026

Civîna MGKyê bi dawî bû: Rewşa dawî û bipêşketinên pêvajoyê hatin nirxandin

Stenbol (Rûdaw) - Kampanyaya “Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 Îmze” ji bo ku piştgiriya civakî ya pêvajoya aştî û çareseriyê bê avakirin û gavên demokratîkbûnê bên avêtin, xebatên xwe berfirehtir dike.

Navenda kampanyayê li Stenbolê ye û bi pêşengiya hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, nivîskar û mafnasan tê lidarxsitin.

Kampanya dê bi navê “7 Herêm û 7 Îqlîm” li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo aştiyê dest bi komkirina îmzeyan bike.

Îmze û daxwazên aştiyê dê li Enqereyê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bên kirin.

Deklarasyona kampanyayê bi zimanên Kurdî û Tirkî hat xwendin.

Rojnameger Bêrîvan Toprakê li ser armanca kampanyayê wiha got:

“Li hemberî şer û pevçûn, cudabûn û tarîtiya bêdengiyê, me li aliyê Aştiya Civakî helwest wergirt. Ji ber ku li vî welatî erdnîgariya êş û hêviyan hevpar e.”

Banga Dayîka Aştiyê

Dayîka Aştiyê Maytap Toprak bangî dewletê dike ku êdî girtiyên siyasî bên berdan û rêya vegera gerîlayên PKKyê yên ku dev ji çekan berdane bê vekirin.

Maytap Toprakê bal kişand ser rewşa girtiyan û got, “Armanca me bes pêkanîna aştiyê ye.

Ji xeynî aştiyê em tiştekî din naxwazin. Em şer û pevçûn naxwazin. Em bes heqê xwe dixwazin.

Bila heqê me bidin me. Bila dewlet xwe giran neke, bila sivik gavê bavêje.

Ka çima dewlet girtiyên me yên nexweş bernade? Qey li benda mirina wan e? Lê dizan berdide.”

“Divê yasaya çarçoveyê bikeve meriyetê”

Siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî yên ku beşdarî kampanyaya aştiyê bûn, dixwazin ku êdî dewlet di pêvajoya aştiyê de gavên berbiçav bavêje û yasaya çarçoveyê bixe warê cîbicîkirinê.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Ahmet Faruk Unsal jî li ser mijarê axivî û got:

“Em bi saya civînên wiha dixwazin ku desthilat bi wêrekî karibe gavan bavêje.

Li gorî min pêvajo nexitimiye lê fokusa desthilatê çûye ser mijareke din.

Ew jî mijara fonê ye ku li ser wê zor û zexteke mezin çêbûye.

Wekî din helbet bipêşketinên li herêmê, mijara Îranê û ev zor û zextên li ser Başûrê Kurdistanê jî dê bandorê li meşa pêvajoyê bikin.”

Serokê Platforma Komeleyên Bajarên Kurdan (DGD) Evdilhekîm Daş jî ragihand:

“Di ser pêvajoyê re 2 sal derbas bûn lê hîn jî dewletê ti gaveke berbiçav neavêtiye. Gel jî ji ber vê rewşê gelekî bêzar bûye û gilîdar e.

Erê, di pêvajoyê de xitimandinek heye lê em bi hêvî ne ku bi têkoşîna miletê Kurd ev pirsgirêk û astengî jî ji holê bên rakirin.”

Pêvajo li benda rapora MGKyê ye

Pêvajoya aştî û çareseriyê ya ku dê bi bicihanîna “yasaya çarçoveyê” derbasî qonaxeke nû bibe, di mijara ragihandina rapora Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) de asê maye.

Lewra heta ku “yasaya çarçoveyê” bi rapor û pesendkirina MGKyê neyê erêkirin, ne girtiyên siyasî tên berdan ne jî gerîlayên ku çek berdane dikarin vegerin.

Pirsên