Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan rû da.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) hatine weşandin, li Deryaya Egeyê saet 10:22yan de erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan çêbûye.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê 171,26 kîlometreyan dûrî navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê ye.
Her wiha kûrahiya erdhejê jî 6,64 kîlometre ye.



.webp&w=3840&q=75)