کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nikos Christodoulides, Benjamin Netanyahu û Kyriakos Mitsotakis / Wêne: AFP

Nikos Christodoulides, Benjamin Netanyahu û Kyriakos Mitsotakis / Wêne: AFP

Rojhilata Navîn

Peyama Netanyahu ji bo Tirkiyeyê: Xeyalên împaratoriyê ji bîr bikin

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW23-12-2025

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê careke din Îran da ber bombeyan
Rojhilata Navîn21-07-2026

Amerîkayê careke din Îran da ber bombeyan

Petrol îro hinekî erzan bû
Rojhilata Navîn21-07-2026

Petrol îro hinekî erzan bû

Îranê li Behreyn û Kuweytê li baregehên Amerîkayê da
Rojhilata Navîn21-07-2026

Îranê li Behreyn û Kuweytê li baregehên Amerîkayê da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek arasteyî Tirkiyeyê kir û got, "Yên ku xeyala împaratoriyê dikin, bila vê yekê ji bîr bikin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokwezîrê Qibrisê Nikos Christodoulides li Qudsê di lûtkeyeke sêalî de civiyan.

Her sê serkirdeyan mijarên sereke yên wekî enerjî, aborî, parastin û ewlehiya deryayî gotûbêj kirin.

Benjamin Netanyahu dema ku li kêleka Mitsotakis û Christodoulides rawestiyabû, bêyî ku rasterast nav bide lê bi awayekî zelal îma bi Tirkiyeyê kir û got:

"Ew kesên ku xeyala jinûveavakirina împaratoriyên xwe û serdestiya li ser axa me dikin, divê vê yekê ji bîr bikin."

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku di paşerojê de welatên wan ji aliyê rêzeîmparatoriyan ve hatine dagirkirin lê wan di serdema nûjen de bi cesaret û fedakariyê serxwebûna xwe bi dest xistiye û wiha pê de çû:

"Ez ji wan kesên ku xeyala avakirina împaratoriyên xwe û serdestiya li ser xaka me dikin re dibêjim:

Vê yekê ji bîr bikin. Ev yek pêk nayê. Heta ku di hişê xwe de jî derbas nekin."

Netanyahu her wiha eşkere kir ku wan mijara avakirina "hêzeke midaxeleyê ya hevpar" ku ji 2 hezar û 500 leşkeran pêk tê û dê her sê welat beşdar bibin, nirxandiye.

"Em neçar man bi Tirkiyeyê re têbikoşin"

Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe de behsa serdema Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got:

"Her sê welat neçar man ku bi bilindbûna Tirkiyeya ya di bin birêvebiriya Recep Tayyîp Erdogan de têbikoşin.

Dema Îsraîl ji hebûna Tirkan a li sînorên Sûriye û Xezeyê dilgiran bû, Yunanistan û Rûm jî ji armancên Tirkan ên li Deryaya Spî dilgiran bûn."

Netanyahu destnîşan kir ku Rojhilata Navîn û Rojhilatê Deryaya Spî bi êrişkariyê ew tên ceribandin û anî zimên ku ew di mijara xweparastinê de bibiryar in.

Hevkariya di warê teknolojî û ewlehiyê de

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku welatî di teknolojiyê de pêşeng e û ragihand ku wan li ser kûrkirina hevkariyê di warên îstixbarata çêkirî (AI), ewlehiya sîber û lêkolînên pêşketî de li hev kiriye.

Nikos Christodoulides jî diyar kir ku sînorê tifaqê nîne û wan daxwaz kiriye ku sala 2026an ji bo xurtkirina hevkariya sêalî, bi tevlîbûna Amerîkayê derbasî formata "3+1" bibin.

RÛDAW
RÛDAW23-12-2025

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê careke din Îran da ber bombeyan
Rojhilata Navîn21-07-2026

Amerîkayê careke din Îran da ber bombeyan

Petrol îro hinekî erzan bû
Rojhilata Navîn21-07-2026

Petrol îro hinekî erzan bû

Îranê li Behreyn û Kuweytê li baregehên Amerîkayê da
Rojhilata Navîn21-07-2026

Îranê li Behreyn û Kuweytê li baregehên Amerîkayê da

Pirsên