کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump / Wêne: Hesabê Donald Trump

Donald Trump / Wêne: Hesabê Donald Trump

Rojhilata Navîn

Trump: Çekên xwe deynin, em dawî li vê rejîma hov tînin

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

28-02-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

28-02-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî ragihand ku artêşa Amerîkayê li nav axa Îranê dest bi "operasyonên şer ên berfireh" kiriye.

Trump bangî artêşa Îranê kir ku çekan deynin û ji gelê Îranê re jî got, "Hikûmeta xwe bi dest bixin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê "Truth Social"ê peyameke vîdeoyî belav kir.

Trump diyar kir ku ji bo parastina gelê Amerîkayê, armanca wan ji holê rakirina "gefên nêzîk" ên rejîma Îranê ye.

‘Em dawî li kampanya xwînrijandinê ya 47 salan tînin’

Trump sedemên operasyonê bi polîtîkayên 47 salên dawî yên rejîma Îranê ve girê dan û got:

"Rejîma Îranê 47 sal in dirûşmên ‘Mirin ji bo Amerîkayê’ berz dike û li dijî hevalbendên me kampanyayeke bêdawî ya xwînrijandinê bi rê ve dibe."

Wî di axaftina xwe de biserdegirtina Balyozxaneya Tehranê ya sala 1979an, êrişa li ser baregeha deryayî ya Beyrûtê ya sala 1983yan û êrişa li ser keştiya USS Cole ya sala 2000î bi bîr anîn.

Armancên operasyonê: Mûşek, hêza deryayî û navendên nukleerê

Donald Trump destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê armanc dike ku şiyana leşkerî ya Îranê bi temamî ji nav bibe.

Trump li ser çarçoveya operasyonê ev agahî dan:

"Em dê pîşesaziya mûşekan a Îranê hilweşînin, hêzên wan ên deryayî ji nav bibin û êdî rê nedin ku wekîlên wan ên terorê aramiya cîhanê têk bibin.

Îran ti carî nabe xwedî çekên nukleer.

Ji ber vê yekê me meha Hezîranê bi operasyona 'Midnight Hammer' (Çakûçê Nîvê Şevê) navendên nukleer ên li Fordo, Netenz û Îsfehanê tune kirin.

Niha dema wê ye ku em li dijî vê rejîma ku dest ji xeyalên nukleer bernade gavan biavêjin."

Banga ji bo artêşa Îranê: ‘Çekan deynin yan jî li benda mirinê bin’

Trump rasterast bangî Pasdarên Îranê, endamên artêşê û polîsan kir û pêşniyara "efûyê" li wan kir:

"Vê şevê ez ji we re dibêjim, çekên xwe deynin û hûn dê bibin xwedî parêzbendiya tam.

Naxwe hûn dê rûbirûyê mirineke teqez bibin.

Biryara xwe bidin: Miameleyeke adil yan jî dawiyeke ku jê xilasî nîne?"

#VÎDEO - Donald Trump: Çekên xwe deynin an mirinê nas bikin

🛑 Donald Trump bangî Supaya Pasdaran û hêzên ewlehiyên yên Îranê kir: Divê hûn îşev çekên xwe deynin, heke hûn vê bikin em dê we biparêzin. Azadî di rê de ye

#Israel #Iran #Trump #Tahran pic.twitter.com/M49dakJABi

— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2026

Peyama ji bo gelê Îranê: ‘Hikûmeta xwe bi dest bixin’

Trump anî zimên ku ew li dijî rejîmeke ku gelê xwe qetil dike operasyonê dikin û bangî Îraniyan kir ku di stargehan de bimînin.

Trump got: "Saeta azadiya we nêzîk bû. Dernekevin derve, dê li her derê bombeyên me bikevin.

Dema operasyon bi dawî bû, hikûmeta xwe bi dest bixin, ev dibe ku şansa we ya dawî be ku di nava çend nifşan de bi dest bixin.

Amerîka bi hêzeke mezin li pişt we ye."

‘Dibe ku leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest bidin’

Serokê Amerîkayê bal kişand ser zehmetiyên şer û qebûl kir ku leşkerên Amerîkayê di bin rîskeke mezin de ne û got:

"Dibe ku qehremanên wêrek ên Amerîkayê canê xwe ji dest bidin, dibe ku windahiyên me hebin.

Ev di şeran de pir caran dibe.

Lê belê em vê yekê ne tenê ji bo îro, ji bo nifşên paşerojê û ji bo paşerojeke bêyî Îrana xwedî çekên nukleerî dikin."

Trump di axaftina xwe de behsa êrişên 7ê Çiriya Pêşîn jî kir û Hemas wekî "wekîlê Îranê" pênase kir.

Wî birêvebiriya Tehranê ji kuştina bi hezaran mirovên bêguneh ên li Îsraîlê berpirsyar girt.

pic.twitter.com/BZuJDudLej

— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) February 28, 2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Pirsên