کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

 Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem û Serok Mesûd Barzanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem û Serok Mesûd Barzanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Rojhilata Navîn

Peyama Serok Barzanî û Şahê Urdinê: Rêya çareseriyê diyalog e

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

01-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

01-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem bi rêya telefonê axivîn.

Wan di hevdîtina xwe de rûdanên dawî yên li herêmê û zêdebûna aloziyan nirxandin.

Her du serkirdeyan li ser wê yekê li hev kir ku ji bo parastina aramiya herêmê divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem de pêwendiyeke telefonî çêbûye.

Di hevdîtinê de li ser rûdanên dawî yên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn û rewşa giştî ya herêmê dan û standin hatin kirin.

Parastina aramiya herêmê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du serkirde ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê û vegerandina aramiyê gelekî hestyar in.

Her wiha di civînê de rîskên ku ji ber aloziyên leşkerî û pêvajoyên aloz derketine hatin nirxandin û hat gotin ku ev alozî bi awayekî rasterast gefê li aramiya welatên herêmê dixwin.

"Rêya çareseriyê diyalog e"

Serok Barzanî û Şah Ebdulah diyar kir ku krîz û zehmetiyên heyî tenê bi zemîneke saxlem a diyalogê dikarin werin derbaskirin.

Her du aliyan destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkan a li ser maseya dan û standinan û bi rêyên aştiyane, dê di berjewendiya gelên herêmê de be.

Ev hevdîtin di demeke wisa de pêk hat ku alozî gihîştine lûtkeyê.

Operasyonên Îsraîl û Amerîkayê yên li Îranê, her wiha bersivdayîna Tehranê ya bi mûşek û dronan bandoreke mezin li rewşa herêmê kiriye.

Pirsên