کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Logoya CENTCOMê / Wêne: Rûdaw

Logoya CENTCOMê / Wêne: Rûdaw

Rojhilata Navîn

CENTCOM: Kuweytê 3 balafirên me bi xeletî xistin

RÛDAW

RÛDAW

02-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW02-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, 3 balafirên şer ên Amerîkayê yên cureyê F-15E li asmanê Kuweytê ji ber "lêdana xelet" ketine xwarê.

CENTCOMê diyar kir ku hemû tîmên di nav balafiran de bi silametî hatine rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, bûyer demjimêr 11:03yê şeva 1ê Adarê rû daye.

Balafir di çarçoveya operasyona bi navê "Xezeba Daristanê" de li ser erkê xwe bûn.

Hat diyarkirin ku di dema rûbirûbûna êrişên asmanî yên Îranê de ku balafirên şer, mûşekên balîstîk û dron tê de hatine bikaranîn, balafirên Amerîkî ji aliyê parastina asmanî ya Kuweytê ve bi xeletî hatine armanckirin û xistine xwarê.

CENTCOMê destnîşan kir ku her şeş endamên tîma balafiran beriya ku balafir bikevin xwarê, bi pereşûtan xwe berdane xwarê û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

Kuweyt li xwe mikur hat

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Dewleta Kuweytê li bûyerê mikur hatiye. Em spasiya hewldanên hêzên parastinê yên Kuweytê dikin ku di vê operasyona berdewam de piştgiriyê didin."

Li aliyê din, li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê, çend balafirên şer ên Amerîkayê ketine xwarê û aliyên pêwendîdar demildest dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirina pîlotan kiriye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê da zanîn ku lêpirsîna aliyên pêwendîdar a ji bo zanîna sedemên rastîn ên ketina wan balafiran didome.

Îdiaya Îranê

Di heman demê de Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiya ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê îdiayeke cuda kir.

Biryargehê got, "Parastina asmanî ya Îranê balafireke şer a cureyê F-15 a hêzên Amerîkayê kir armanc û xist xwarê ku dixwest derbasî nava axa welêt bibe."

Biryargehê her wiha ragihand, "Paşmayên balafirê li nav axa Kuweytê ketine xwarê, ew jî ji ber nêzîkbûna cihê bûyerê ya li sînorên wî welatî ye."

Pirsên