کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Alaya Îranê / Wêne: Reuters

Alaya Îranê / Wêne: Reuters

Rojhilata Navîn

Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

06-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

06-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Parastinê ya Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar û ragihand ku eger hêz derbasî nav Îranê bibin, ew dê hemû saziyan bikin hedef.

Konseya Parastinê ya Îranê daxuyaniyek belav kir û tê de rasterast xitabî Herêma Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Em ji dost û birayên li Herêma Kurdistanê re radigihînin ku heta niha tenê baregehên Amerîka, Îsraîl û komên cudaxwaz ên li herêmê hatine armancgirtin."

Konseya Parastina Îranê hişyariyeke tund da û wiha berdewam kir:

"Lê eger ew kom derbasî nav sînorên Îranê bibin, dê hemû saziyên Herêma Kurdistanê werin armancgirtin."

Nûnerê Rêberê Îranê yê di Konseya Parastina Welêt de Elî Ekber Ehmediyan hişyariyeke tund da Herêma Kurdistanê.

Elî Ekber Ehmediyan îro peyamek arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Ehmediyan diyar kir ku wan heta niha tenê baregehên Amerîka, Îsraîl û partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirine hedef.

"Em dê hemû saziyan bikin hedef"

Ehmediyan gef xwar û got:

"Lê eger ew kom (partiyên Rojhilatê Kurdistanê) derbasî nav sînorên Îranê bibin, dê hemû saziyên Herêma Kurdistanê werin armancgirtin."

Ehmediyan destnîşan kir ku hemû fermandarên hêzên çekdar bicihanîna stratejî û bernameya parastinê ya curbicur û nehevseng didomînin û ew dê her çavkaniya gefê ya li ser Îranê bikin hedef.

"Dawî li dostaniyê tê"

Wî got ku rêdayîna bi derbasbûna endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê tê wateya "piştgiriya tam" a Herêma Kurdistanê ya ji bo wan û berdewam kir:

"Wê demê dê bi awayekî berfireh saziyên wan werin armancgirtin û dawî li pêwendiyên dostane û piştevaniya Komara Îslamî ya di rojên dijwar de ya ji bo Herêma Kurdistanê tê."

Pirsên