کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Benjamin Netanyahu\ Wêne: Arşîv

Benjamin Netanyahu\ Wêne: Arşîv

Rojhilata Navîn

Netanyahu ferman da artêşê: Kontrola li başûrê Libnanê fireh bikin

RÛDAW

RÛDAW

29-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW29-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî ferman daye artêşê da ku kontrolkirina li başûrê Libnanê firehtir bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê soz da ku êriş heta bidestxistina armancên Îsraîlê dê bi hemû hêza xwe berdewam bikin.

Netanyahu di daxuyaniyeke vîdeoyî de ku li ser tora Xê hate belavkirin diyar kir ku wan ferman daye artêşê da ku devera li başûrê Libnanê wekî "herêma ewlehiyê" fireh bikin.

Netanyahu di berdewamiyê jî de got, "Îsraîl biryardar e ku rewşa li bakur ji binî ve biguherîne."

"Îran û Hizbulah lawaz bûne"

Benjamin Netanyahu bal kişand ser serkeftinên wan ên li dijî Îranê û îdia kir ku êdî Îran û Hizbulah wekî berê ne bihêz in. Wî tekez kir ku hêzên Îsraîlî dê heta bidestxistina hedefên xwe operasyonên xwe yên li Libnanê bidomînin.

Artêşa Îsraîlê piştî êrişên Hizbulahê yên 2yê Adarê, êrişên asmanî û operasyonên bejayî li başûrê Libnanê dane destpêkirin. Hêzên Îsraîlî niha bi armanca dûrxistina Hizbulahê ber bi Çemê Lîtanî ve bi pêş dikevin.

Rewşa herêmê ya piştî 28ê Sibatê

Herêm ji 28ê Sibatê ve, piştî ku Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kirin û Rêberê Bilind Elî Xamineyî hate kuştin, di nava şerekî berfireh de ye.

Di van pevçûnan de heta niha zêdetirî 1,340 kesan canê xwe ji dest daye.

Îranê jî bi mûşek û dronan li Îsraîl, Urdun, Îraq û Welatên Kendavê xist ku vê yekê bandoreke mezin li bazara cîhanî û geştên asmanî kiriye.

Pirsên