کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mihemed Ewde / Wêne: Arşîv

Mihemed Ewde / Wêne: Arşîv

Rojhilata Navîn

Hemasê piştrast kir: Îsraîlê fermandarê Qesamê Mihemed Ewde kuşt

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

27-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

27-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê ragihand ku fermandarê baskê leşkerî yê Lîwayên Îzedîn Qesam Mihemed Ewde û malbata wî di êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê de mirine.

Hemasê bi daxuyaniyeke nivîskî mirina Ewde û malbata wî piştrast kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ewde doh êvarê li bajarê Xezeyê di bombebarana Îsraîlê ya li xaniyekî de tevî hevjîn û du zarokên xwe hatiye kuştin.

Hemasê Ewde wekî "serkirdeyê mezin ê Qesamê" bi nav kir û destnîşan kir ku ew ji nifşê ewil ê damezirînerên çalakiyên leşkerî bû.

Her wiha hat gotin ku Ewde di hemû pêvajoyên leşkerî de Tofana Eqsayê jî di nav de roleke bibandor lîstiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ewde 30 salan bi nifşê damezirîner re xebitiye û bi salan ji aliyê Îsraîlê ve dihat şopandin.

Daxuyaniya Netanyahu û Katz

Artêşa Îsraîlê doh êvarê li taxa Rimalê ya li rojavayê bajarê Xezeyê êrişî avahiyekê kiribû.

Di wê êrişê de 6 Filistînî hatin kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz di daxuyaniyeke hevpar de îdia kir ku wan di êrişê de Mihemed Ewde kiriye armanc.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş bi fermana Netanyahu û Katz hatiye kirin û hat îdiakirin ku Ewde serokê nû yê Qesamê bûye.

Mihemed Ewde kî ye?

Mihemed Ewde 20ê Tîrmeha 1975an li Kampa Penaberan a Cibaliyayê ya li bakurê Xezeyê ji dayîk bûye.

Ew sala 1987an dema ku Hemas hat damezirandin tev li baskê leşkerî bû.

Ewde salên 2000î wekî fermandarê qadê yê Qesamê derket pêş û beşdarî bipêşxistina mûşek û bombeyan bû.

Ew di nav fermandarên pilebilind ên Qesamê de bû û wekî "zilamê duyem" ê Qesamê dihat naskirin.

Ewde berê çend caran ji hewildanên kuştinê yên Îsraîlê filitîbû.

Îsraîlê sala 2023yan li Cibaliyayê êrişî mala wî kiribû û kurê wî yê mezin Omer kuştibû.

Ewde bi nasnavê “Ebû Omer” dihat naskirin, zewicî bû û bavê 6 zarokan bû.

Pirsên