کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Amerîkayê êriş kir, Îranê bersiv da / Wêne: Temsîlî-Arşîv

Amerîkayê êriş kir, Îranê bersiv da / Wêne: Temsîlî-Arşîv

Rojhilata Navîn

Amerîkayê êriş kir, Îranê bersiv da

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

28-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

28-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan wekî bersiva êrişa li ser Bender Ebasê, baregeheke asmanî ya Amerîkayê ya li herêmê kiriye hedef.

Di heman demê de Kuweytê eşkere kir ku bi mûşek û dronan êrişî welatê wan hatiye kirin.

Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Amerîkayê îro berê sibehê li derdora Balafirgeha Bender Ebasê xalek bombebaran kiriye.

Supaya Pasdaran destnîşan kir ku wan jî wekî bersiv êrişî wê baregeha asmanî ya Amerîkayê kiriye ku êriş jê hatibû kirin.

"Hişyariyeke cidî ye"

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev bersiv hişyariyeke cidî ye da ku dijmin zanibe êrişkariya wî bêbersiv namîne.

Heke ducare bibe, bersiva me dê tundtir be. Berpirsyariya encamên êrişê li ser milê êrişkar e."

Her çi qasî nehatibe diyarkirin ku baregeha Amerîkayê li kîjan welatî ye jî Kuweyta ku mazûvaniya baregehên Amerîkayê dike ragihand ku rastî êrişeke bi mûşek û dronan hatiye.

Li Kuweytê teqîn

Artêşa Kuweytê li ser cihê ku hatiye hedefgirtin ti agahî nedan.

Televîzyona dewletê ya Îranê jî ragihandibû ku berê sibehê li rojhilatê Bender Ebasê yê li başûrê welêt dengê sê teqînan hatiye bihîstin.

Artêşa Amerîkayê berê ragihandibû ku wan ji ber ku ji bo hêzên Amerîkayê û trafîka deryayî ya bazirganî metirsî ye, êrişî herêmeke leşkerî ya li başûrê Îranê kiriye.

Pirsên