کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Şivan Misî
Şivan Misî·18-11-2026Multîmedya
Şivan Misî

Ji aliyê

Şivan Misî
18-11-2026
Multîmedya
Multîmedya

WÊNE - Li Kobaniyê kelecana derçûnê: 181 xwendekaran bawernameyên xwe wergirtin

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi merasîmeke taybet, 181 xwendekar ji beşên cuda yên Zanîngeha Kobaniyê mezûn bûn û bawernameyên xwe wergirtin.

Xwendekarên mezûn di gelek beşên girîng de perwerde dîtine ku di serî de zimanê Kurdî, zimanê Erebî, dîrok, civaknasî, kîmya, perwerde, erdnîgarî, zimanê Îngilîzî, biyolojî û matematîk tên.

Her wiha xwendekar di beşên wekî bijîşkî, hemşîretî, laboratiwar, anestezi, dermansazî, hiqûq û birêvebirî, elektrîk, kompûter û warên teknîk de ku bi giştî ji 20 beşên cuda pêk tên xwendina xwe bi dawî anî.

Nexşeya Kurdistanê û dirûşma "2+2=1"

Di merasîmê de dîmenên balkêş jî derketin pêş. Hinek xwendekaran li ser kumikên xwe yên mezûniyetê nexşeya Kurdistanê û dirûşma "2+2=1" neqişandibûn.

Hinek xwendekarên din jî wêneyên şervanên ku di şer de canê xwe ji dest daye bi kumikên xwe ve kiribûn.

Ji bo nîşandana rêzgirtina li bîranîna kesên ku li Kobaniyê canê xwe ji dest daye, beşek ji xwendekarên mezûn piştî merasîmê bi kincên xwe yên mezûniyetê ve çûn serdana Goristana Şehîdan a Kobaniyê.

Pirsên