Dijayetî û dijminayetî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de gellekî kevn e. Pêdivî ye mirov bizanibe ku di 400 salan de deh ceng bihev re kirine, ango her çil salî cengek, ya herî balkêş ew e ku mijara wê dijminayetiyê nû dibe, bi taybetî ew cenga bi sedê salan li ser kontrolkirina Derya Reş û girava Qerim di navbera salên (1768- 1884) de kişandî û di nav herdu aliyan de qewimîn.
Li demek dirêj Rûsya û dewleta Osmanî şer li ser Qermê bi giranî dikirin. Ta sala (1892) Qerm bi fermî bû beşek ji Rûsya û peymanek li ser hat bestin.
Min hewl da ku taybetmendiya kevine peywendiyên herdu dewletan di bin çavan re derbas bikim, ji ber ku di raberizîn û zirtên Erdogan – Pûtîn de pêjna kevne kêşeya Qermê tê!
Li serdema nû, li sedê bîstan, Tirkiya komarî qet nikarî xwe li hember Rusiya Sovyetî rabigire, ji ber wê sedemê zû ket dav û hembêza hêzên rojava, ta endamtiya NATOyê wergirt.
Van çend salên dawî gellek nakokî di navbera herdu dewletan de derdiketin, bi taybetî li ser kêşeyên: (Çeçenistan û Azerbêcan, Asya Navîn û Qerm, Sûriye, helwest ji rêxistinên islama siyasî û htd…”
Ji aliyekî din ve, li hember wan nakokiyan, bazirganî û firotina gazê herdu dewlet digihandin hev.
Çend roj berî niha firokek cengî ya Rûsiya ji aliyê artêşa Tirkiye hat xistin. Çekdarên Turkmen yên hevalbendên Turkiye pîlotê wê bilez kuştin. Bersiv û helwesta Putîn zû hat û got: “Ev bûyer xencerek bû li pişta me ket.” Di wê rojê bixwe de, serok Obama nîşan da, ku ew karê cengî ji mafê Turkiyê bû û wek berevaniya sînorê Turkiye destnîşan kir.
Digel ku baledeselatên herdu dewletan hinekî nerm û bi deplomasî lêdwanan didin û diaxivin, lê rewş aloz dibe, roj pey rojê meydan germ dibe. Erdogan xwest bi Putin re li Parîsê bicive, lê Rûsiya ev daxwaz red kir. Li hember wê helwestê gereke Putin bi Netanyahu re li Parîsê bicive, ne tenê welê jî lê belê, çapemenî û civata sivîl ya Rûsî derbasî nav kêşeyê bûye, êrîş hat ser balyozxana Turkiye li Mosko, gellek gotarên tund û dijwar hatin belavkirin, hin nexşe (xerîte) belav bûn, tê de Turkiye dabeş bûye, li ser beşê rojhilat hatiye nivîsandin (Kurdistan) û li ser beşê rojava (Grîk) ango Yûnanistan.
Ji ber ku ev nakokî û dijayetî ne nû ne, ji ber ku Kurdistan di nav de ye? Û ji ber ku NATO ne yekalî ye û ne bi tevahî bi helwesta Tirkiyê re, rewş bi aliyê cengeke mezin ve diçe. Wek nimûne, Roger Cohen di (New York Time) de, di bin navê cenga cîhanî ya sêyemîn gotarek belav kiriye, tê de zelal dibêje Sûriye wek dewleta Osmanî ya berê perçe dibe û Tirkiye beşek ji vê cenga cîhanî ye.
Pêwîstî bi helwesteke Kurdistanî îro heye, girîng e Kurd amade bin ji van bûyerên giran û aktîv re.
Lê gereke em Kurd berî her kesî bûyeran bişopînin, baş bizanin ka herdu dewlet çi ji hev dixwazim?! Ya girîgntir ji me re ew e, ka ev bûyer û rewş dê çi bandor li ser Kurdistanê hebe, dê çi bi xwe re bîne? Ji ber armancên serekî gereke mirov bizanibe ka herdu beranê li meydanê çi ji hev dixwazin? Û dê çend poçan li hev bidin yan na? Gelo Ewropa dê li kîjan alî raweste? Li gor berjewendiyên wê ye ku Rûsya û Tirkiyê bikevin cengekê de? Hîn zû ye mirov bersivê bide.
Piştî ku AKPê di navbera salên (2004 – 2012) de hat ser deselata Tirkiye, wek hevkariyekê digel Rûsiya damezrand, ew bixwe rêbazek nû bû ji bo deselata Turkî, peywendî di warê aborî û wizeyê de kûr kirin û di warên din de geş kirin, ta ku bi hev re rahênan û karê leşkerî yê hevbeş li sala (2006) pêkanîn. Lê piştî sala (2012) nakokî li ser kêşeya Sûrî di navbera wan de derket. Ji bo bersivdanê xwendinek zanistî ji rewşê re pêwîst e, gereke di çend xal û babetan de em nêrînên herdu deselat û serokan bidin berhev.
Erdogan dixwaze Sûriye tenê di bin deselata islamistên nerm û Turkmenan de be. Pûtîn li dijî wê yekê dixwaze Esed bimîne, Elewî û Durzî, Fileh û li dawiyê Kurd li Sûriyê beşdar û xudan deselat bin.
Erdogan dixwaze ku sînorê bakurê Sûriyê bi dirêjahiya (920) k.m di bin kontrola wî de be, da ku Tirkiye ji kendava Erebî neyê vebirîn, bikaribe û hewl bide gaza Qeterê di wî sînorî re bigihîne Ewropayê. Lê Pûtîn bi xurtî li dijî vê projeyê radiweste.
Diyar e Erdogan ji ber vê armancê herêma parastî (tampon) dixwaze bilez ava bike û hin guhertinên demografî- netewî lê bike, da ku deverên Kurdistanî negihin hev. Lê ev proje ne ji armancên Putin e, belkî li dij wê yekê, Rûsiya dixwaze dîwarek hebe ji Kurd û Filehan di navbera Ereb û Tirkan de bilind bibe, wan ji hev dûr bike?!
Erdogan xwe dibîne hevalbendê islamîstên nerm. Pûtîn li dijî hemû rêxistinên Islamî ye, çi nerm bin çi jî terorîst bin.
Erdogan li dawiyê piştgiriya dijminên stratejîk yên kurdan dike. Pûtîn rewşê li nav hev dide û ew jî wan dijminên Kurdan dikuje, hêza wan pûç dike?
Bêyî em gellekî peyvê dirêj bikin, bi kurtî: Herdû dewlet, “Tirkiyê û Rûsya) li Sûriyê, û li dawiyê li seranserî Kurdistanê û Rojhilata Navîn xudan projeyên stratjî yên cihê ne. Erdogan û Putin dixwazin Kurd ji wan re bibin pir û nêrdewan da bihigêjin armanc û ajnedayên xwe û diyar e ku zû ji ber hev ranabin û belkî dijminatiyek berdewam bihev re bikin, çi bi şêwazê cenga sar û çi jî bi ya germ.
Ji bo Kurd jî ji armancên netewî yên bilind re kar bikin, ji bo sûd wergirtin ji rewşa nû, çi kar ji siberoja kurdan re girîng e? Çi dive li serzemînê bê kirin? Bersiv ne hesan û amade ye.
Rêz û hurmet ji hemî kesayetî û hêzên Kurdistanî re heye, lê divê bilez her sê partiyên sereke “PDK, YNK û PKK” li hev bicivin, ji ber ew civîn beşek ji bersivê ye, pêngavek ber bi çareseriyê ye, pêwîst e lihevhatinekê dirust bikin, helwesta Kurdistanî bikin yek, ji ber ku navmala Kurd durist be, karwan dê bilez derbas bibe, dîsa em hemû dê bimînin bindest, kole û hevdij, nakok û penaber li ber deriyan.



