Akrê (Rûdaw) – Li gundekî navçeya Akrê ya parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê, agir bi gaza malê girt û di encamê de 4 kes birîndar bûn lê paşî 2 kes ji wan birîndar bûn.
Beriya 3 rojan, li gundekî navçeya Akrê ya Duhokê, agir girte gaza li xwaringeha malekî û teqiya. Di encamê de du keçên 18 salî yên bi navê Newroz Îbrahîm û Kewser Yasîn bi tevê 2 kesên din birîndar bûn.
Piştî bûyerê Newroz û Kewser sê rojan di nexweşxaneyê de man lê ji ber giranbûna rêjeya sotinê, herdukan canê xwe ji dest dan.
Berdevkê polîsê Akrê Fîras Yasîn ragihand: “Zivistane, ji ber vê pencereyên malan digrin. Sondeya gazê qut bûye û qaz belav bûye. Paşî ji nişkê ve agir pê girtiye û teqî ye.”
Destgirtiyê Newrozê Ebdulkerîm ji Rûdawê re ragihand, ku ew niyetbûne di Newrozê de daweta xwe bikin lê ew negihiştine Mirada xwe.
Nivîsîn: Necmî Salih



