Duhok (Rûdaw) - Koma Lawje grubekê muzîkê ya Bakurê Kurdistanê ye û kar li ser stranên folklorî dike û wan careke din bi awayekî nû, bi mûzîkeke serdemî lê bi tameke kurdî dijene.
Koma Lawje ji aliyê Elî Tekbaş ve di sala 2013ê de li Colemêrgê hatiye damezrandin û heta niha gelek stranan dûbare gotine.
Elî Tekbaş hunermendekî ji Duhokê ye lê ew li Bakurê Kurdistanê dimîne.
Derbarê karê xwe de Elî Tekbaş got: “Derbarê mûzîka folklorî de meraqek li cem me çêbû. Muzîka kurdî û herêmî çi ye, ev mûzîk ji ku hatiye û çawa çêbûye û ji aliyê kî ve hatiye nivîsin, kî gotine. Paşî me li jin û zilamên li derdora xwe meyze kir, ku di şahî û dîlanan de van stranan dibêjin. Me ji wan pirsî, derket holê ku çavkaniya formên stran û mûzîka kurdî di çiya û zozanên Kurdistanê de ye.”
Koma Lawje ji 4 kesan pêk tê. Peywendiyeke baş a komê li gel Başûrê Kurdistanê heye û beşdarê festival û çalakiyan dibin. Ji ber şêwe û gotina stranan jî pir tên hezkirin.
Berpirsê Beşa Mûzîkê yê Navenda Rewşenbîrî ya Duhokê Semedar Salih jî li ser komê got: “Li devera Colemêrgê stayleke wan a taybet heye di strana folklorî de. Ew tên vê derê em guhdariya wan dikin, ew jî guhdariya stranên me guhdar dikin, bi vî awayî peywendî çêdibin.”
Di gotina stranan de Elî bi tenê bingeheke nû ya mûzîkê danayne, di heman demê de yewv û şêwazê gotinê jî her bi tam û reseniya xwe ve dihêle.
Mûzîkjen Mehdî Mihemed jî diyar kir: “Berî gelek stranên folklorî hatine gotin lê bi vê şêwazî ji zû ve nehatiye goti. Gelek giring e ku mûzîka folklorî ligel mûzîka hevçerx rabe û ji wendabûnê rizgar bibe.”
Koma Lawje xwediyê berhemeke bi navê “Selîqe” ye û niha berhemeke nû amade dike.



