Duhok (Rûdaw) – Rêxistina Alîkariyê ya Kurd û Amerîkî, li parêzgeha Duhokê hewl dide jiyana zarokên malbatên hejar biguhre û derfetê xwendinê dide wan. Bi vê armancê jî heta niha 13 zarok vegerandine dibistanan û xerc û mesrefên wan jî dabîn dike.
Reyan û Karwan Elî du bira bûn, ku her roj ji bo bikarin debara jiyana xwe bikin li kolan û bazarên Duhokê digeriyan û benîşt û peşmek difirotin. Wan rojane 10 demjimêran kar dikir da ku bikarin çend dînarekî peyda bikin û bidin dayika xwe.
Bavê wan koça dawî kiriye û dayika wan zarokên xwe xwedî dike. Ew li Taxa Gelî ya Duhokê di maleke bêserûber de dijîn.
Karwan got: “Dayika min nikare me bişîne dibistanê. Ji ber ku rewşa me pir xirab e, ez û birayê xwe kar dikin.”
Dayika zarokan jî diyar kir, ku ew ne xwedî mal û milk in û herwiha nikarin kirêya xaniyeke giran bidin: “Kirêya vê xaniyê me 60 hezar dînar e û tenê odeyek e. Zarokên min her roj kar dikin, 3 an jî 4 hezaran tînin malê û em pê dijîn.”
Lê li Duhokê rêxistineke alîkariyê erkê guhertina jiyana van zarokan lixwe girtiye.
Rêxistina Alîkarî ya Kurd û Amerîkî, berpirsiyariya perwerde û hîndekariya 13 zarokên Taxa Gelî hildaye ser milê xwe.
Reyan û Karwan jî piştî 5 salan bi riya vê alîkariyê kariyan vegerine dibistanê. Ji bo vegera van zarokan jî di dibistanê de şahiyek hate sazkirin.
Berpirsê Rêxistina Alîkarî ya Kurd û Amerîkî Bilind Birifkî got: “Peyama min ji bo dewlemendên vî bajarî ew e, ku ew jî erkê perwerdekirina zarokan hildin. Me berpirsiyariya 13 zarokan rakir bila her yek ji wan jî yê pêncan hilde bes e.”
Li gorî amarên sala 2010ê, li navenda bajarê Duhokê 1354 zarokan kar dikir. Lê ji ber qeyrana aborî û hatina hejmareke zêde ya koçberan, tê pêşbînîkirn, ku ev hejmar gelek zêdetir bûye.



