Duhok (Rûdaw) – Yaneya Zêrevanî di yariya dumahîkê ya Lîga Yekemîn a Futbolê ya Başûrê Kurdistanê de li hember yaneya Pêşmerge ya Hewlêrê bi 4-1 biserkeft û bû şampiyonê werzê 2017-2018ê.
Şampiyonê Lîga Yekemîn a Başurê Kurdistanê, anku Xula Nayabên Kurdistanê di encama yariyên duh de diyar bû.
Yaneya Zêrevanî di rêzbenda yekemîn de bû û ji bo bibe şampiyon pêwîstiya wan bi tenê bi serkeftinê hebû. Ji lewra jî di yarîgeha xwe de ev derfet ji dest neda û li hember yaneya Pêşmerge ya Hewlêrê bi 4 golan serkeft.
Di yariyê de golkarê Berezîlî ya yaneya Zêrevanî Tiago Amarel 2 gol tomar kirin û bi giştî bi 12 golan bû golkarê vê werzê.
Zêrevanî di destpêka sale de bi rêveberî û yarîzanên nû dest bi lîgê kir. Bi van encaman di dîroka xwe de cara çaremîn bû şampiyonê Kurdistanê.



