Duhok (Rûdaw) – Bi beşdariya hejmarek mêşevan û cotkaran, li Duhokê festîvala tirî û hingiv birêve çû.
Li Festîvala Tirî û Hingiv a Duhokê 30 cotkar û 20 mêşevanên devera Behdînan beşdar bûn û di festîvalê de çendîn cure tirî û hingivên xwe pêşan dan.
Cotkarê ji Duhokê Zubêr Ebdullah ku bi 8 cure tirî beşdarî festîvalê bûye, ji Rûdawê re diyar kir ku çandinî ji bo mirov û hikûmetê xêr û bêr e û got: “Axa me weke zêr e.”
Di sala 2017an de li Duhokê 7 hezar û 500 ton tirî berhem hatibû, ji bo îsal tê pêşbînîkirin ku berhem kêm bibe. Herwiha sala par 136 ton hingiv hatibû berhemanîn.
Welatiyeke bi navê Hozan Ebdulezîz destnîşan kir ku ti tiştek weke berhemên xwemalî nîne, eger hikûmet piştgiriya cotkaran bike ji bo berhemên xwemalî gelek baş e û cotkar jî bikarin di karên xwe de serkeftî bibin.
Mêşevanên li parêzgeha Duhokê ji sala 2009an heta 2017an, ji 1800 kesan bûne 3 hezar û 220 kes.
Mêşevan Xefar Lînavay diyar kir ku kalîteya hingivê Kurdistanê di pileya yekem de ye û ew hingivên xwe li Kurdistan û Iraqê difiroşin.
Zêdetirî 50 cureyên tirî li parêzgeha Duhokê têne berhemanîn.



