Duhok (Rûdaw) - Muzexaneya Duhokê yek ji muzexaneyên modern û nûjen ên Kurdistanê ye. Hezar parçeyên şûnwarî tê de hene û dîroka wan vedigere 7 hezar salan berî zayînê. 100 parçeyên şûnwarî yên kêmpeyda lê hene û di cîhanê de wek wan nînin.
Hana keçeke Alman e û nêzîka çar salan e li Başûrê Kurdistanê dimîne. Ew bi tîmeke hevbeş a Kurdî Almanî re kar dike. Hana û tîma hevbeş her roj heşt heta deh demjimêran li deverên kevnar ên Parêzgeha Duhokê kar dikin.
Derbarê vê yekê de Şarezaya Şûnwaran Hana Enhwif wiha got: “Gelek şûnwar li Duhokê hene. Em hêdî hêdî wan ligel grûpa Kurdî dibînin û kesên taybetmend bi me re hene û hê jî gelek cihên şûnwaran mane û nehatine dîtin. Hevkarî di navbera me û Rêveberiya Şûnwaran de heye û girîng e ew şûnwar bêne dîtin.”
Lêkolînvan û vekolerên biyanî bi berdewamî serdana Başûrê Kurdistanê dikin, ji bo dîtin û vekolîna li ser şûnwaran û dîroka wan û bi taybetî ji welatên Almanya û Îtalyayê.
Muzexaneya Duhokê ya Niştimanî ji muzexaneyên nû û pêşketî tê hejmartin, bi hebûna sîstemeke nû û şûnwarên kevnar ku zêdetirî 1000 parçeyên kevnar di nav de hene ku kevnîtiya hinekan ji wan vedigere çaxê kevirî.
Rêveberê Şûnwarên Duhokê: “Ev şûnwar, bêtirî 100 parçeyan li ti muzexaneyeke cîhanê nînin, hemû jî ew in ên piştî hikûmeta herêmê hate damezrandin, karmendên Rêveberiya Şûnwarên Duhokê karîbûn wan bi des bixin li Duhokê, lewma me navê wê kir Muzexaneya Duhokê ya Niştimanî.”
Muzexane ji sê holên vekirî pêk tê. Hinek ji wan parçeyên ku têne nîşandan dîroka wan vedigere 7 hezar salan berî zayînê û ji bo Profesor Pîter ku nêzîka 30 salan e di vî warî de kar dike, Muzexaneya Duhokê ji bo wî muezxaneyeke cuda û girîng e.
Şarezayê Şûnwaran Pîter Flsnêx jî wiha axifî: “Ev dîrok û kultûra pêşketî ya Duhokê ye, vê yekê di çaxê kevirî de dest pê kir ligel şaristaniyên destpêkê li vir, lewra ev dever di şaristaniyên kevn de beşdar e.”
Di lêgerînên xwe de Rêveberiya Şûnwaran nêzîka 3 hezar parçeyên kevnar dîtine ku dîroka wan vedigere bîst çerxên borî û hinek ji wan parçeyan li ti muzexaneyên din nînin. Dr. Hisên serokê beşa şûnwaran e li Zanîngeha Mûsilê, Muzexaneya Duhokê ji muzexaneyên yekem li ser asta Iraqê dihejmêre.
Serokê Beşa Şûnwaran li Zanîngeha Mûsilê Hesen Zahir jî got: “Vekoler dikare van şûnwaran bixwîne û bi şûnwarên din re bide ber hev li muzexaneyên din ên Bexda û başûrê Iraqê daku hinek lêkolînên nû zêde bin û piştgirêdayî li ser belgeyên li Kurdistanê hene.”
Muzexaneya Duhokê di 11.11.2013an de hat vekirin, lê zû karîbû bala pispor û şarezayên şûnwaran bikişîne bi hebûna parçên dîrokî yên kevn û taybet.



