Duhok (Rûdaw) – Çalakiyên 6emîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê berdewam in ku ji 50 welatan fîlm beşdar bûne. Rêkxerên festîvalê jî dixwazin bi fîlmên û kesayetên biyanî yên navdar festîvalê bihêz bikin.
6emîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê bi sponsoriya Tora Medya ya Rûdawê berdewam e, û di çarçoveya festîvalê de jê 40 fîlmên Kurdî bi giştî dê 105 fîlm beşdar bûne.
Rêkxerê restîvalê Eyub Remezan ji Rûdawê re diyar kir ku yek ji armanca festîvalê ew e ku bibîn wesileya peywendiyên sînemagerên Kurd û biyanî xurt bibin û sînemagerên Kurd ji wê yekê sûdê werbigirin.
Sînamekarê amerîkî Ches Watner jî diyar ku ew kêfxweş e beşdarî Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê bûye û bandora sînemaya welatên wek Fransa û Amerîka li ser festival diyar e, û got: “Ji bo tiştek taybet e ez beşdarî festîvala Duhokê bûme. Min gelek kes li vê derê nas kirin. Ez dibînim ku pêşkeftieneke baş li sînameya Kurdî çêbûye. Hêvî dikim ku ligel sînemakarên Kurd di rojên dahatuyê de karên hevbeş bikin.
Herwiha ji sînemakarên Kurd ên genç re derfet peyda bûye ku peywendiyên xwe ligel sînemakarên biyanî re çêkin û sûdê ji hev werbigirin.
Sînemakar Mihemed Jurî jî got: “Bo me cihê kêfxweşî ye weke sînemakarekî Kurd hin kesên biyanî beşdarî festîvalê bûne û ew festival xurt kirine.”
Di festîvala Duhokê de zêdetirî 100 mêvanên biyanî hatîne vexwendin û ji 19 juriyên festîvalê 16 kes biyanî ne.



