کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Li Rûsyayê kîjan partî li pêş e?

Kamîz Şeddadî

Kamîz Şeddadî

15-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî15-09-2026
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê

Nûçeyên Têkildar

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?
Cîhan21-11-2026

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû
Cîhan21-11-2026

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû

KOLN - Pîlotekî nehîşt ku bav û kurekî Kurd werin dersînorkirin
Cîhan21-11-2026

KOLN - Pîlotekî nehîşt ku bav û kurekî Kurd werin dersînorkirin

Moskow (Rûdaw) - Bangeşeya hilbijartinên Rûsyayê yên ku dê di navbera 18 û 20ê Îlonê de bên lidarxistin, nêzîkî dawiyê dibe.

Her çend atmosfera giştî aram xuya dike lê pispor diyar dikin ku rewşeke aloz heye.

Daxwazên sereke yên dengderan aramiya siyasî û başbûna rewşa civakî ne.

Li gorî rapirsiyan, tê pêşbînîkirin ku partiya desthilatê Rûsyaya Yekgirtî bi rêjeyeke bilind bi ser bikeve.

Di heman demê de, pispor balê dikişînin ser hewldanên destwerdana derve ya di hilbijartinan de.

Bandora destwerdana derve

Pisporên siyasî û lêkolînerên raya giştî encamên rapirsiyên dawî dinirxînin û pêşbîniyên xwe tînin zimên.

Mamosteyê Zanîngeha Pêwendiyên Navneteweyî Vladîmîr Şapavalov li ser destwerdana derve ya di dema bangeşeyê de ji Rûdawê re axivî û got:

“Em di dema bangeşeyê de destwerdaneke bêteşe ya ji derve dibînin. Lê bersiva civaka Rûsyayê jî li ber çavan e. Ew bersiv jî xurtkirina yekîtiya civakê û xurtkirina piştgiriya ji bo siyaseta serokê dewletl û desthilata Rûsyayê ye.”

Vladîmîr Şapavalov diyar kir ku ev yek dê bandorê li beşdariya dengdanê bike û got:

“Ew kesên ku di rewşeke aram de nedihatin ser sindoqan, dê niha ji bo piştgirîdana Rûsyayê werin.”

Daxwaza sereke ya xelkê

Bi biryara Dadgeha Bilind, lîsteya federal a partiya Yablokoyê ji hilbijartinên Dumayê hat dûrxistin.

Piştî vê biryarê entrîkayên hilbijartinên federal çilmisîn û hevrikî kêm bû.

Çavdêr destnîşan dikin ku hêvî û daxwaza sereke ya dengderan aramiya siyasî û baştirbûna rewşa civakî ye.

Serokê Beşa Lêkolînên Siyasî ya Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Rûsyayê Mixayîl Mamonov jî ev yek pejirand û got:

“Di nav civakê de daxwazek heye ku Operasyona Taybet a Leşkerî di demeke nêzîk de bi serfiraziya Rûsyayê bi dawî bibe.

Xala duyemîn jî ew e ka dê dewlet ji bo baştirkirina rewşa civakî kîjan berpirsyariyê hilgire ser milê xwe.”

Mamonov her wiha destnîşan kir ku xelk dixwaze zanibe dê dewlet çawa piştgiriyê bide çînên cuda yên civakê û arasteya pêşketina civakî çawa diyar bike.

Rêjeya dengên partiyan

Li gorî pêşbîniyên dawî rêjeya dengên partiyan wiha ye:

·         Rûsyaya Yekgirtî bi nêzîkî ji sedî 50yî li pêş e.

·         Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê bi ji sedî 15an di rêza duyemîn de ye.

·         Hevrikiya ji bo rêza sêyemîn di navbera "Mirovên Nû" û Partiya Lîberal Demokrat de ye. Rêjeya dengên wan di navbera ji sedî 9 û ji sedî 12an de ye.

·         Rûsyaya Dadperwer jî bi nêzîkî ji sedî 5an li ser sînorê bendê ye.

Nûçeyên Têkildar

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?
Cîhan21-11-2026

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû
Cîhan21-11-2026

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû

KOLN - Pîlotekî nehîşt ku bav û kurekî Kurd werin dersînorkirin
Cîhan21-11-2026

KOLN - Pîlotekî nehîşt ku bav û kurekî Kurd werin dersînorkirin

Pirsên