کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Joey Hood: Pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê bi bihêz dimînin

Diyar Kurde

Diyar Kurde

30-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Diyar Kurde
Diyar Kurde30-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Deryaya Reş bûye rêya herî kujer: Şandina genim ji sedî 63 kêm bûye
Cîhan24-11-2026

Deryaya Reş bûye rêya herî kujer: Şandina genim ji sedî 63 kêm bûye

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan
Cîhan23-11-2026

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin
Cîhan23-11-2026

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood ragihand ku pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê bi bihêz dimînin.

Hêzên Amerîkayê îro ji baregehên xwe yên leşkerî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê vedikişin lê Washington destnîşan dike ku ev yek nayê wateya bidawîbûna pêwendiyan.

Rayedarên Amerîkî destnîşan dikin ku hevkariya bi Hewlêrê re di warên leşkerî û aborî de dê bi bihêz bidome.

"Pêşmerge hevparê artêşa Amerîkayê ye"

Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood li ser vê pirsê ji Rûdawê re axivî.

Joey Hood ragihand ku pêwendiyên Hewlêr û Waşingtonê dê çarenûssaz û xurt bimînin û wiha domand:

“Pêşmerge ji mêj ve ye hevparê artêşa Amerîkayê ye. Em di şerê têkbirina DAIŞê û rizgarkirina axa Îraqê de bi hev re xebitîn."

Pêwîstiya bi pergala parastina asmanî

Joey Hood amaje bi wê yekê kir ku piştî vê qonaxê pêwîstî bi roleke aktîf a hikûmeta federal a Bexdayê heye û got:

"Divê Bexda daxwazên Herêma Kurdistanê yên ji bo pergalên pêwîst zû pesend bike.

Di nav wan de pergala parastina asmanî heye ku pêdiviyeke lezgîn e û berê ji aliyê hêzên Koalîsyonê ve dihat dabînkirin.

Êdî dema wê hatiye ku Bexda di parastina asmanê hemû welêt û Herêma Kurdistanê de bi berpirsyarî tevbigere."

Her wiha berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ji Rûdawê re eşkere kir ku ew piştgiriya Kurdistaneke bihêz û xweragir dikin û ev yek stûna sereke ya pêwendiyên wan ên bi Îraqê re ye.

Yêrîvan Seîd: Hebûna hêzên Amerîkayê tenê hincetek bû

Mamosteyê Zanîngeha Amerîkî ya li Washingtonê Dr. Yêrîvan Seîd jî li ser valahiya ewlehiyê ya piştî vekişînê agahî dan Rûdawê.

Dr. Yêrîvan Seîd destnîşan kir ku hebûna leşkerên Amerîkayê ji bo komên çekdar tenê hincetek bû û got:

"Ew hêz li wir bin an nebin jî metirsiya êrişên li ser Herêma Kurdistanê û zerergihandina li sektora enerjiyê dê bidomin.

Ji bo dabînkirina pergalên dijî mûşekan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hewl dane. Di dawiyê de rêya sereke ya çareserkirina vê krîzê ew e ku dan û standinên siyasî pêk bên."

Hevkariya aborî ya nû

Li gorî nirxandina pisporan, ji bo desthilata Amerîkayê xala herî girîng pêşxistina pêwendiyên bihêz ên aborî yên di navbera Washington, Bexda û Hewlêrê de ye bêyî ku lêçûneke leşkerî li ser Amerîkayê hebe.

Ji ber vê sedemê Washington hêzên xwe vedikişîne lê amade ye çek û pergalên parastinê bifiroşe hikûmeta Îraqê.

Bexda divê di vê çarçoveyê de ji wan pergalên parastinê para Herêma Kurdistanê dabîn bike.

Nûçeyên Têkildar

Deryaya Reş bûye rêya herî kujer: Şandina genim ji sedî 63 kêm bûye
Cîhan24-11-2026

Deryaya Reş bûye rêya herî kujer: Şandina genim ji sedî 63 kêm bûye

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan
Cîhan23-11-2026

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin
Cîhan23-11-2026

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin

Pirsên