کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Koçberên Serê Kaniyê / Wêne: Rûdaw (Arşîv)

Koçberên Serê Kaniyê / Wêne: Rûdaw (Arşîv)

Kurdistan

Karwanê 6emîn ê koçberên Serê Kaniyê roja çarşemê bi rê dikeve

Nûşîn Hemê

Nûşîn Hemê

18-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nûşîn Hemê
Nûşîn Hemê18-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Mesrûr Barzanî: Kes nikare Kurdistanê dabeş bike û çareserî bi rêzgirtina li destûrê ye
Kurdistan21-11-2026

Mesrûr Barzanî: Kes nikare Kurdistanê dabeş bike û çareserî bi rêzgirtina li destûrê ye

Dîroka Mîrekiya Botanê di bin gefê de ye: Mizgefta Mîrekan dibe Kulliyeya Cemal Kadooglu
Kurdistan21-11-2026

Dîroka Mîrekiya Botanê di bin gefê de ye: Mizgefta Mîrekan dibe Kulliyeya Cemal Kadooglu

Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Kurdistan21-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê Parêzgeha Hisîçayê Siyamend Efrîn ragihand ku karwanê 6emîn ê koçberên Serê Kaniyê dê roja çarşemê ber bi navçeyên xwe ve bi rê bikeve.

Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl) li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Fermandarê Asayîşê da zanîn ku biryar bû ev karwan sibe bi rê biketa lê ji ber temamnebûna hinek amadehiyên lojîstîk, derketina wî karwanî hat bipaşxistin.

642 malbat vedigerin

Li gorî agahiyên ku Siyamend Efrîn dane Rûdawê, di wî karwanî de 642 malbat hene.

Piraniya van malbatan xelkê gundên derdora Serê Kaniyê ne.

Siyamend Efrîn da zanîn ku ev malbatên vedigerin, niha li Kampa Waşokaniyê ya li rojavayê Hisîça û Kampa Newrozê ya li Dêrikê dimînin.

Ev dibe karwanê 6emîn ê koçberên Serê Kaniyê ku ji meha tebaxê ve vedigerin ser mal û gundên xwe.

Ev pêvajo bi hevahengiya aliyên pêwendîdar bi rê ve diçe.

Heta niha 5 karwan vegeriyane

Heta niha 5 karwanên koçberan vegeriyane ser cih û warên xwe.

Agahiyên wan karwanan bi vî rengî ne:

·         Karwanê 5emîn: Di wî karwanî de nêzîkî 385 malbat hebûn û 13ê Çiriya Pêşîn vegeriyabûn.

·         Karwanê 4emîn: 8ê Çiriya Pêşîn bi rê ketibû û ji 493 malbatan pêk dihat.

·         Karwanê 3yemîn: 5ê Çiriya Pêşîn vegeriyabû û tê de 516 malbat hebûn.

·         Karwanê 2yemîn: 8ê Îlonê vegeriyabû û ji derdora 700 malbatan pêk dihat.

·         Karwanê yekem: 10ê Tebaxê vegeriyabû û ji derdora 400 malbatan pêk dihat.

Pirsên