کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Keleha Zerzevanê / Wêne: Arşîv

Keleha Zerzevanê / Wêne: Arşîv

Xelk û Dever

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî

RÛDAW

RÛDAW

18-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW18-05-2026

Nûçeyên Têkildar

WAN - Koşka taşteyê ya dîrokî piştî 51 salan deriyên xwe digire
Xelk û Dever15-11-2026

WAN - Koşka taşteyê ya dîrokî piştî 51 salan deriyên xwe digire

Apple bi modeleke nipînû hat, telefona ku tê qatkirin
Xelk û Dever10-09-2026

Apple bi modeleke nipînû hat, telefona ku tê qatkirin

Çînê peykên nû yên ragihandinê şandin fezayê
Xelk û Dever30-07-2026

Çînê peykên nû yên ragihandinê şandin fezayê

Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku Keleha Zerzevanê û Perestgeha Mîtrasê ya li Ameda Bakurê Kurdistanê, bikevin Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê.

Derbarê Keleha Zerzevanê û Perestgeha Mîtrasê ya li navçeya Çinarê ya Amedê mijareke nû ket rojevê.

Ev şûnwar wekî yekê ji navendên leşkerî yên herî stratejîk ên li ser sînorê rojhilat ê Împeratoriya Romayê tê naskirin.

Tirkiye xwe amade dike di civîna Komîteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê ya ku dê Tîrmeha 2026an were lidarxistin de şûnwarekî din wekî mîrata cîhanî bide qebûlkirin.

Eger ji bo Keleha Zerzevanê biryareke erênî derkeve, dê herêm di asta cîhanî de ji aliyê dîrokî û geştyariyê ve bêhtir balê bikişîne.

Li aliyê din, Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê ji xwe di lîsteya mayînde ya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ne; Keleha Zerzevanê û Pira Malabadê jî niha di lîsteya demkî de ne.

Tê çaverêkirin ku civîn 11ê Tîrmeha îsal de pêk were.

Eger komîte biryarê bide, Keleha Zerzevanê, Perestgeha Mîtrasê û bi îhtîmaleke kêm Pira Malabadê dê bikevin lîsteya mayînde ya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê.

Lîsteya şûnwarên dîrokî yên Bakurê Kurdistanê yên ku heta niha ji aliyê UNESCOyê ve wekî Mîrata Çandî ya Cîhanî hatine qebûlkirin:

1.  Sala 1985an: Mizgefta Mezin a Dîvrîgiyê û Daruşîfaya wê (Sêwaz)

2.  Sala 1987an: Peykerên Çiyayê Nemrûdê (Semsûr)

3.  Sala 2015an: Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê (Amed)

4.  Sala 2016an: Şûnwarê Aniyê (Qers)

5.  Sala 2018an: Girê Mirazan (Riha)

6.  Sala 2021ê: Girê Melîdê (Meletî)

Pirsên