Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê pêştir ê Libnanê, Seid Herîrî vegeriya welatê xwe piştî 3 salan ji jiyanê li derveyî Libnanê.
ÎSeid Herîrî îro vegeriya Libnanê û di destpêkê de serdana gora bavê xwe, Refîq Herîrî li Beyrûtê kir û piştire berê xwe da Sera Hikûmî, da li wê de ligel Serokwezîrê Libnanê Selam Feyad bicive.
Seid Herîrî, ku serkirdeyê herî navdar û xwedan pêgeh ê Sinne li Libnanê ye, di sala 2011an de ji welatê xwe derket û ji wê demê de li Fransa û Erebistana Siûdiyê dijiya.
Herîrî di sala 2011an de serokwezîrê Libnanê bû, lê piştî ku wezîrên Hizbullah û Tevgera Emel xwe ji hikûmeta wî vekişandin, hikûmet hilweşiya û ew jî li ser biryara xwe ji Libnanê derket.
Di wê demê de Seid Herîrî ragihand ku, ew ji Libnanê derdikeve ji ber ku metirsiya terorkirinê li ser jiyana wî heye. Tê zanîn ku bavê wî di sala 2004an de li nava Beyrûtê hatibû kuştin.



