Xelk û berpirs li Kurdistan û Iraq û navçeyê gelek tişt li ser hatina Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ji bo Hewlêrê û neçûna wî ji bo Bexdayê gotin û wê di soberojê de şîrovekar bêtir jî li ser bêjin. Lê beşekî vê serdanê bi vî awayî di daxuyaniyeke "berpirsekî payebilind" ê Amerîka ji bo ajansa (Associated Press) de kurt dibe ku gotiye armanca serdana cîgirê serokê Amerîka ji bo Hewlêrê "dilniyakirin û piştrastkirina kurdên hevpeymanên Amerîka dijî DAIŞê ye. Herwiha dilniyakirin û piştrastkirina wan amerîkiyan e ku demeke dirêj e piştevaniya doza Kurd dikin."
Beşê din ê serdanê jî ew e ku Amerîka ji rewşa Iraqê û awayê birêvebirina Iraqê ne razî ye. Lewra jî peyamên cîgirê serokê Amerîka li Iraqê û di pêwendiya wî ya telefonî li gel serokwezîrê Iraqê ji piştevaniyê bêtir daxwazî bûn. Lê belê peyamên wî li Kurdistanê bi temamî berovajî bûn.
Amerîka gelek xwîn û pere ji bo Iraqê xerc kirin. Lê Iraq bû mînakeke binketî û şikestxwarî û berhemhênera rêxistina terorîstî ya herî metirsîdar li ser cîhanê. rewşa Iraqê jî bi model û birêvebirineke pir xerab, bû sedem ku tew bi îsrar û pêkutiya zêde ya hikûmeta Amerîkayê jî, kompaniyên petrolê û kompaniyên cuda cuda yên amerîkî ew bawerî ji wan re peyda nebû ku Iraq ew cih e ku ew dikarin lê kar bikin û dikarin Iraqa niha bikin hevbeşa xwe ya aborî. Çimkî Iraq welatekî alozbûyî û nearam e û nebûye hevbeşê siyasî yê Amerîka û Rojava.
Kurd li vê navçeyê ji bo xweparastina ji komkujî û serkutkirin û çewsandina dewletên navçeyê penaya xwe ji bo derve dibin û çavê wan li parastina derve ye. Dibe ku gelek caran serokên navçeyê û siyasetvanên wan ev yek wiha rave kiribin ku ev tê maneya ku Kurd bûne dar û destikên biyaniyan û kerta di destê welatan de li dijî dewletên navçeyê.
Lê berî vê gotinê, divê ev pirs bê kirin: Gelo çima çavê kevntirîn neteweya vê deverê li parastina derve ye? Li Başûrê Kurdistanê 4 hezar gund tevî mizgeftên wan hatin xopankirin û wêrankirin. Lê bi parastin û piştevaniya welatên rojavayî ew gund tevî mizgeftên wan hatin şên û avakirin. Ên ku nehatine avakirin jî ji ber redkirina pêkvejiyana aştiyane û çareserkirineke siyasî ya doza Kurd e ji aliyê dewletên navçeyê ve.
Di nava sê salên borî de, bi stratejiyeke hevbeş, desthilat û heybeta kurdan hate têkbirin û şikandin. Guherîneke demografî li dijî kurdan hate destpêkirin, bi merema nehiştina desthilatdariya kurdan û guherîna nasnameya wan a cografî û ji hemûyî jî metirsîdartir ji bo şikandina heybeta kurdan.
Karvedan û rengvedaneke pir xerab a vê stratejiyê li ser rewşa mînorîte û kemîneyên Kurdistanê jî hebû. Çimkî ev navçe ku di dîrokê de mozaîkeke pirreng a ol û neteweyên cihêreng bû, hemû hat jinavbirin. Tiştê jê maye jî tenê li navçeyên kurdî ye. Lê ew jî ji ber wê stratejiya navçeyî di bin gefeke pir mezin de ye û di paşerojê de metirsiya Rojhilata Navîn li ser ewlekariya cîhanê pir zêdetir dike.
Gava Koşka Spî dixwaze dilniyabûn û piştrastbûnê bide wan "Amerîkiyên ku demeke dirêj e piştevaniya doza Kurd dikin", ev nîşana wê yekê ye piştevaniya kurdan ewqasî berfireh bûye, gihiştiye radeya bandor û karîgeriyeke zêde bi desthilatê û heta radeyekê jî pêkan e bibe mijareke xuya ya hevrikiya nav hilbijartina serokan, ku ev pêşketineke pir mezin e.
Lê dîsa divê ev wiha neke ku Kurd aramiya xwe ji dest bidin û di ser xwe re herin anku qurre bibin. Çimkî hê jî di vê cîhanê de yên ku li hev dikin û rêk dikevin ne netewe lê belê dewlet in. Lewma jî divê Kurd bihêzbûna pêgeha xwe ya siyasî ji bo rêkeftin û lihevkirina bi paytextên wan dewletan re bi kar bîne ku Kurdistan bi wan ve hatiye kirin. Di eynî demê de têkiliyên xwe bi dewlet û gelên cîhanê re bihêztir bikin.
Di gelek aliyan de, gotinên Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence piştî serdana wî ji bo Hewlêrê pir balkêş bûn. Lê ew yeka ku dilniyakirin û piştrastbûna xwe li Hewlêrê û bi "rêya serok Barzanî" ji hemû kurdan re şand, herwiha ji wan "Amerîkiyên ku demeke dirêj e piştevaniya doza Kurd dikin" û ji cîhanê re şand, xwedî giringî û maneyeke pir mezin e.
Ev ji bo Hewlêr û serokê Herêma Kurdistanê jî, bibîranîneke nû ya erkekî mezin e. Asteke zêde ya avedanî û aramiya siyasî û hebûna tifaq û lihevkirina siyasî di navbera aliyên Herêma Kurdistanê de, Hewlêrê ji Bexdayê cuda dike.
Divê ev ji bo Rojavayê Kurdistanê jî peyamek be ku divê li Rojavayê Kurdistanê, aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê bi nasname û bi biryara xwe û bêyî desttêwerdana derve ya kurdî, rêkeftin û peymaneke wan a siyasî hebe. Ji bo ku karkirina bi wan re ne tenê leşkerî be, lê belê derbasî karkirineke siyasî bibe.
Niha hevpeyamniya dijî DAIŞê, peyamên karkirina dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi kurdî belav dike. Lê belê peyama siyasî ya Amerîka ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî eşkere nîne.

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
