Ji tevahiya 7 milyar û 800 mirovên li ser rûyê erdê, îro 2 milyar û 200 milyon kes Facebookê bi kar tînin. Facebookê şêwaza arastekarî ya dezgehên medyayê guhert û dezgeha medyayê ya taybet belaş diyarî takekesan kir. Bi vî awayî jî desthilata takekesan li cîhanê zêde kir.
Di encamê de jî beşdariya xelkê di hemû warên jiyanê de xurt û bihêz bû. Karê ku Mark Zuckerberg û çar xwendekarên ciwan ên hevrêyên wî sala 2004an dest pê kirin, arasteya cîhanê guherand û ew guherîn hêj berdewam e.
Tora civakî ya Facebookê û piştî wê torên civakî yên din jî, têgiha hemwelatiyê rojnamevan bi xwe re derxistin holê û rojnamevaniya elektronî bi awayekî kartêker û berbelav kir ku rojnameya kaxez ber bi nemanê ve dehf da (Korona vê rêçikê lezgîntir û bileztir jî dike.)
Vê hinek kes bo wê baweriyê han dan ku dezgehên medyayî jî ber bi nemanê ve diçin. Lê ev nerîn ne hûrbîn e. Çimkî bi sedema berfirehbûna torên civakî û medyaya elektronî û piştre jî berbelavbûna “nûçeyên sexte” û guftûgoyên niha ku li ser rê nedana bi mana “naveroka sexte” derketine pêş, tew heke ji aliyê serokê mezintirîn welatê cîhanê Donald Trump ve jî hatibe danîn, bandora dezgehên medyayî yên pîşekar û profesyonel berfirehtir û zêdetir kirin.
Di heman demê de, Facebookê guherîneke mezin di rêzbenda kompanyayên mezin ên cîhanê de çêkir. Bi awayekî ku îro di bazara borseyê de bihayê Facebookê bi xwe 657 milyar dolar e.
Ne tenê bandora xerab a vê li ser aboriyê nebû, lê dibe ku bizaveke din jî diyarî warê aborî kiribe. Herwisa zanyariyên warê bazirganî pirr mezintir kir di nav aboriya welatên pêşketî yên cîhanê de. Bi radeyekê ku îro girantirîn kompanyayên cîhanê, ne kompanyayên petrolê, lê kompanyayên zanyarî û gihandinê ne.
Bi awayekî giştî sûdeke Facebookê ya herî mezin ji bo Kurdan heye, wek neteweyeke bê dewlet û welatparçekirî û bindest; ji bo dirustkirina pêwendiyan û herwisa birêvebirina projeyên niştimanî yên hevbeş ên biçûk û mezin.
Lê mixabin bi şêweya ku Kurd niha Facebookê pê bi kar tînin, nakokiyên ku di serdema raborî de di nav partiyan de li nav baregeh û rêxistinên taybet ên partiyan de hebûn, tên ku bên veguhastin ji bo nav hemû tax, bajarok û bajarên Kurdistanê, tew bo nav berîka her Kurdekî jî. Ev hemû pêk ve derûn û mîzaca partiyên Kurdistanê têk didin û wan li hember hev sor û gurr dikin.
Xerabiya tundî û nermiya zêde, hertim ji me re dibêje ku navînbûn rêya rast û dirust e. Lê mixabin ji serdema derwêşiya ji bo îdeolojiyan û heta niha ku serdema dijîtal û sosyal medyayê ye, Kurd hertim her tiştî bi tundî digirin û bi tundî bi kar tînin jî.
Çawa ku ji ber nexwendina kitêban û bikaranîna berdewam a sosyal medyayê rewşenbîriya ciwanan pirr qels û rûkeş bûye, bi heman şêweya têkçûna tama xwarina Kurdî bi sedema daketina gelek kevaniyan bi sosyal medyayê, konevaniya partiyên Kurdistanê jî ji ber guhdarîkirina li artêşên xwe di sosyal medyayê de pirr nearam bûye.
Heya niha jî ezmûna hemû partiyên navçe û cîhanê ji me re dibêje ku, ew partî û hizb bi ser dikevin ku lêkolînvan û navendên lêkolînê yên baş li ba wan hene. Ji bo ku lêkolînên hûr û kûr ên pirsgirêk û çareseriyan pêşkêşî polîtburo û navendên biryarê bikin.
Karkirina bi vî awayî herdem siyaseteke aram û bernameyên baş diyarî partî û hizban kiriye. Lê artêşên sosyal medyayê fikr û aramiyê nadin ti partî û dezgehekê, bi taybetî di rewşa niha a nesaxlem a sosyal medyayê de.
Ji bo ku her hizb û partiyek bikare baş biryar bide û konevaniyeke wê ya aram hebe, divê bîr û baweriyên rasteqîne yên pirraniya xelkê rave bike û bi bêhnfirehî lêkolîn bike û bi hûrkarî jî li navendên biryardanê, biryarê li ser siyaseta xwe bide.
Trump ku çavdêr û bikarhênerekî mezin ê sosyal medyayê ye, evraz û nişîv û nearamiyeke zêde li ser polîtîka û konevaniya wî diyar e. Lê Barack Obama ku pirr kêm sosyal medya bi kar dianî û bikarhênerekî giran ê sosyal medyayê bû, xwediyê siyaseteke diyar bû, şopînerên wî jî li Twitterê pirr ji followerên Trump zêdetir in.

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
