Ez 16ê Hezîranê bi birayê xwe Tûran re çûm muzexaneya Auschwitz û Birkenauyê.
Li wir li gorî amarên fermî ev hejmar hatine tomar kirine.
11000000 Cihû
140-150 000 Polon
23000 Roma
15 000 girtiyên Sovyetê
25000 girtiyên ji welatên din
Bi rêjeya ji sedî 90 Cihû ne.
Li ber derî bi tîpên mezin nivîsîne “Arbeit Macht Frei” ango Xebat Azad dike. Lê li wir mirin azadî bû. Lê mirineke çawa? Carna mirin jî bi destê mirovan nakeve mixabin.
Helbet gelek gotinên meriv bêje hene. Lê nizanim gotin têra vê êşê û hovîtiyê dikin an na?
Lê dîsa jî ez dixwazim bi kurtî be jî behsa vê hovîtîyê û ziyareta xwe bikim.
Tevî ku bi sala ne, min dixwest ez serdana kampên Konzentrationê bikim. Li Almanyayê jî hene û li gelek welatên Ewropayê.
Li gorî amarên fermî 22 kampên navendî û bi hezaran kamp û getoyên cûr bi cûr hene. Lê ya herî mezin Auschwitz e. Ya ku bi milyonan mirov dîl û neçar, tê de hewandin.
Hovîtiya Naziyên Almanyaya ya bêsînor. Ya bi hezaran jin, zarok, astengdar, kal û pîr, mirovên zana, yên ne bi xezeba di zikê wan re li wê wargehê şewitandin û kuştin. Tenê gunehê wan, ola wan cihû, yan sintî-roma, yan ji miletekî din bûn.
Lê çendîn hinek Misilman jî di nav vê qirkirinê de bûn, dewletên Misilman qala kuştina wan nakin. Tevî ku yek mirov ji bo nîjad û ola xwe li welatekî bête kuştin ev tewanbarî ye, gunehe û zinê ye.
Yên vê hovitiyê dikirin jî xwedî mal û zarok bûn. Yên her cûre ezmûnên kuştinê û qirkirinê dikirin bijîşk û hekîm bûn, xwediyê sonda hîpokratê bûn. Mirov kiribûn text û ruhberên ezmûnên tibî.
Yên bi salan ji van qesab û qesasan re li çepikan didan jî xelkê sivîl û ji rêzê bûn. Ango kesên li gorî nêrîna Naziyan "qenc" bûn. Bi baweriya wan jî qencî dikirin, bi piştgiriya xwe.
Helbet tenê ew, yên sermayedar û xwediyê fabrîkeya bûn. Mirovên ne ji rêzê û payebilind bûn. Xwedî dîploma û ezmûn bûn. Bi gazê ezmûnên kuştinê li ser mirovan diceribandin.
Yên piştgirî didan wan jî bawermend bûn, yên bi Xwedê û Îsa bawerî dianîn lê ji kujerê bawermendên ji ol û miletê din re li çepikan didan.
Ew kesên ku wê demê di çavê gel de, kesên qehreman bûn û bi sedhezaran kes li dora xwe dicivandin. Ew pisporê kuştinê û şewitandinê bûn.
Bi hezaran mirov şewitandin û dixwestin şopê jî li pey xwe nehêlin. Her tişt wisa plan kiribûn ku şop û şik neyê ser wan û tiştek li pey wan nemîne.
Bi rojê jin, zarok û kesên asteng dişewitin û êvara diçûn cem zarokên xwe û ew hembêz jî dikirin. Zarokên xelkê din dişewitandin û dîmenên xwe jî bi zarokên xwe re parve dikirin.
Lê xirabî şûrê dudevîye carna li xwediyê xwe jî vedigere. Heta hêza hevpeyman û leşkerên Artêşa Sor bi ser wan de digirin û bilez baz didin. Yên hîn dikarin bixebitin di çolê zivistanê de bi meş şandin bajerê Gilivica û yên di rê de mirin termê wan li pey xwe hiştin yan binaxkirine.
Ka ger nasyonalsosyalîstên Alman li ser hikim bimana dê kî ev hovîtî bibihîsta û me dê qala wê bikira? Helbet na!
Her wiha ew hişmendiya parastina vê fabrîkeya mirinê nebûya, wê çi ji ber bima?
Elie Wiesel gotiye, jibîrkirina kuştî û miriya, wekî mirov ducaran wan bikuje.
Wetislaw Brituchesky dibêje, “Kî dîrokê dîsa bibîra xwe neyîne, dê dîsa bijî mixabin.”
Ev muzexane û bûyerên dîrokî dihêlin, meriv ne bi çavekî bi deh çavan li xwe û kiryarên serweriya xwe binêre. Ew dihêle meriv ne carekê li ser desthilatdariyê û hêzê bihizre. Çimku hêz û desthilata ji kontrola gel derkeve, dikare miletekî ber bi felaket û qirkirinê ve bibe.
Ev dihêle meriv ne tenê faşîzma li hemberî xwe bibîne, di xwe de li ruhê faşîzmê bigere.
Ez gava ji vê fabrîkeya mirinê derketim. Rasterast komkujî û fermanên hatine serê me Êzidiyan di bîra min de zindî bûn û min dixwest rûnim û têr bigirîm.
Tevî ku Îraq vegeriya rewşa asayî lê hîn jî fermana Êzidiyan bi dawî nebûye.
Hîn jî termê bi hezaran Êzidî winda ye.
Diviyabû Gundê Koço bûbûya muzexaneya jenosîda Êzidiyan. Lê nebûye.
Li Îraqê her kes û DAIŞî jî vegeriyan lê Êzidî hîn jî venegeriya ne warê xwe û derfetên jiyanê ji bo wan nînin.
Hîn jî dokumetasyonê Enfala nînin. Hîn jî dewleta Îraqê lêborîn ji Kurda nexwestiye û nexwestiye birînên Enfalê derman bike. Yan nekirine rast malê dîrokê û wijjdanî.
Sînemaya Amûdê nebû muzexane û Rêveberiya Xweser jî tiştekî ber bi çav nekiriye, yan min nebihîstiye.
Tevî ku ew dever defakto di destê Kurda de bûn bi salan. Ew têgeha parastina bîranîna nehatiye afirandin û nîne.
Mijara komkujiya Helebceyê tenê ji bo nakokî û berjewendiyên siyasî tê gotin û heta niha jî nehiştine ku ev komkujî bibe mijareke wijdanî û exlaqî.
Rast e em nikarin vê rastiyê veguherin û tola wan jî nayê stendin. Jixwe tol û heyf dubarekirina êşê û kuştinê ye. Lê nabe were jibîrkirin û bincilkirin.
Kuştina mirovên sivîl an ji ber aîdiyetên xwedayî û xwezahiyê, kuştina mirovahiyê û dijminatiya Xwedê ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



