Îraqê di du dehsala borî de, bi bihayê 1,45 trilyon dolarî petrol hinartiye û tevahiya dahatê jî bi dolaran vegeriyaye lê belê niha hemû qebareya aboriya wê (GDP) tenê 273 milyar dolar e.
Eger gendelî û libêravêçûna sîstematîk nebûya, Îraq li şûna ku di lûtkeya welatên herî gendel, neşefaf û neazad de ba, niha di nav koma G20 û di rêza qeraseyên aborî de bû.
Ev qebareya zexm a dahata petrola Îraqê, bi qasî sêyeka hemû qebareya darayî ya welatekî wekî Hindistanê ye. Hindistan welatek e ku tevahiya bipêşketina berhema wê ya navxweyî 4,15 trilyon dolar e, nifûsa wê 1 milyar û 470 milyon kes e (nêzîkî 30 qatê Îraqê) û şeşemîn aboriya herî mezin a cîhanê ye.
Di rastiyê de, beşeke mezin a vê hilweşînê ji ber "stratejiya mijê" ya di amaran de çêbûye û rê ji bo gendeliyê vekiriye. Wekî mînak Wezareta Darayî raporên xwe bi xeletiyên ku bi trilyonan in belav dike.
Her wiha, du meh derengketina amaran a di navbera Wezareta Darayî û Wezareta Petrolê de wiha dike ku zemîneke zêrîn ji bo windabûna milyaran dolaran û veşartina jimar û cudahiyan were amadekirin.
Operasyona Berbangê: Guherîn an neçarî?
Operasyona Berbangê, ya ku 28ê Hezîrana 2026an ji bo girtina berpirsên gendel li Navçeya Kesk û parêzgehan dest pê kir, çend pirsan derdixe holê.
Gelo ev livîna ji nişka ve guherîneke rasteqîn a stratejîk e, yan tenê neçariyeke darayî ye?
Ji ber kêmketina neqdî û kombûna deynan sîstem gihîştiye xitimandinê. Sîstem nikare mehane 9-10 trilyon dînaran xerc bike lê dahata wê tenê 2 heta 3 trilyon be.
Di heman demê de rêjeya bêkariyê ji sedî 16 ye û li hinek parêzgehan digihe ji sedî 30î. Proje naqedin û xizmetguzariyên bingehîn nagihin welatiyan.
Li vir, bi pişgirêdana bi amaran, em hewl didin bersiva sê pirsên sereke bidin:
- Pêwendiya yasaya budceyê û tiştê ku Wezareta Darayî rapor dike bi gendeliyê re çi ye?
- Çima dema behsa gendeliyê tê kirin aqilê me diçe ser petrol û elektrîkê û gelo sektora enerjiyê navenda gendeliyê ye?
- Gelo "Operasyona Berbangê" Îraqê ji vê rewşa aborî rizgar dike yan ev rewşeke demkî ye?
Gendelî û guherîna xerc û dahatan
Cudahiya di navbera yasaya budceya salane ya Îraqê û tiştê ku Wezareta Darayî wekî dahat û xerca rasteqîn belav dike, beşeke mezin a wê gendeliyê ye ku sîstem girtiye.
Parlamentoya Îraqê yasayekê pesend dike ku tê de çavkaniya dahatê û arasteya xerciyan diyar dike. Lê dema ku dawiya salê tê, jimarên rasteqîn cudahiyeke bêdeng û gelekî mezin nîşan didin ku kêm behsa wê tê kirin.
Wekî mînak sala 2023yan, di yasaya budceyê de hemû xerc 198 trilyon dînar bûn (149 trilyon ji bo bikaranînê û 49 trilyon ji bo veberhênanê). Li beramberî vê jî hemû dahat 134 trilyon dînar hatibûn texmînkirin. Ev jî dihat wateya kêmasiya xeyalî ya bi mêjera 64 trilyon dînaran.
Lê dema em li rapora dawiya salê ya Wezareta Darayî dinêrin, em dibînin ku hemû xerc tenê 142 trilyon dînar (118 ji bo bikaranînê û 24 ji bo veberhênanê) bûye. Dahat jî 135 trilyon dînar bûye. Anku her tişt cuda bûye û kêmasî tenê 7 trilyon dînar bûye.
Vê nezelaliyê di salên din de jî domand. Sala 2025an dema ku xerca karmendan (meaş) sala 2023yan 47 trilyon dînar bû, bi awayekî mezin bilind bû û gihîşt 60 trilyon dînaran.
Dahatên nepetrolî û bac
Eger em li jimarên budceyê bigerin û tenê bala xwe bidin ser dahatên nepetrolî (bac û gumrik), cudahî zêdetir eşkere dibin. Li gorî rapora Wezareta Darayî, dahata nepetrolî ya sê salan (2023-2025) bi giştî 37,7 trilyon dînar (nêzîkî 29 milyar dolar) bûye.
Lê belê pirsgirêka mezin li vir derdikeve holê. Li gorî amaran, di wan sê salan de bi rêya firotina diravî 204 milyar dolar (yan jî 265 trilyon dînar) ji bo hawirdekirina kel û pelan derketiye derve.
Eger baca hawirdekirinê tenê ji sedî 20 were hesabkirin, diviyabû tenê dahata baca hawirdekirinê 53 trilyon dînar ba, ne ku hemû dahata nepetrolî ya sê salan wisa kêm ba.
Sektora enerjiyê: Tarîtiya bi milyaran dolaran
Sektora enerjiyê pişta aboriya Îraqê ye. Wekî ku Banka Cîhanî (World Bank) destnîşan dike, ev sektor nîvê berhema navxweyî (GDP), ji sedî 88ê dahata dewletê û ji sedî 90ê hinartinê pêk tîne.
Di navbera salên 2015-2025an de, zêdetirî ji sedî 72yê hemû pereyê veberhênanê yê Îraqê ji bo Wezareta Petrolê hatiye xerckirin ku mêjera wî digihe 113 trilyon dînaran (87 milyar dolar).
Her wiha, para sektora elektrîkê ya di xercên veberhênanê de 8,16 trilyon dînar bûye. Ji xeynî vê jî 62 trilyon dînar wekî xerca bikaranînê (navîniya salane 5,6 trilyon dînar) ji bo elektrîkê çûye. Bi vê xerca ji bo elektrîkê mirov dikaribû gelek santralên nukleer ava bike lê xelk hîn jî li ber dûman û dengê mowlîdeyan dijî û hesreta elektrîkeke 24 saetî ye.
Li aliyê din, dehayek e pênc kabîneyên cuda soza bilindkirina hilberîna petrolê didin lê hilberîn di navbera 4 û 4,7 milyon bermîlan de xitimiye.
Girtina vê dawiyê ya Tengava Hurmizê nîşan da ku Îraq çi qasî bêstratejî ye. Di demekê de ku ji sedî 99ê hinartinê û ji sedî 82yê dahatê ji petrolê ye, mirov dikare bibêje welat bi wê tengavê ve hatiye girêdan.
Projeyên xeyalî û deynên nakok
Salane bi dehan projeyên mezin tên îmzekirin lê pir kêm ji wan pêk tên û diqedin. Li gorî Wezareta Plansaziyê, heta dawiya Kanûna Pêşîn a 2023yan 2 hezar û 559 proje hebûn. Ji bo wan 167 trilyon dînar pêwîst e lê tenê 21 trilyon dînar hatiye terxankirin. Vê yekê wiha kiriye ku ji sedî 89,9ê projeyan neqedin.
Wekî mînak, Projeya "Metoya Bexdayê" ji sala 2007an ve tê axaftin lê hîn tenê dîzaynek e li ser kaxezê. Avahiya nû ya Banka Navendî ya Îraqê jî çîrokeke din e. Di sala 2010an de kevirê binkehîn hat danîn û diviyabû sala 2023yan biqediya lê hîn xebat tê de didomin.
Li ser deynan jî cudahiyeke mezin heye. Serokwezîrê Îraqê ragihand ku "hemû deynên Îraqê 208 trilyon dînar in." Lê ev jimar bi amarên Banka Navendî re nagunce. Banka Navendî dibêje deynê navxweyî 95,6 trilyon dînar e. Eger deynê derve jî li ser were zêdekirin mêjer dibe 108,6 trilyon dînar. Pirs ev e: Di nava du mehan de deyn çawa ji 108 trilyonan firiya 208 trilyon dînaran?
Encam
Pêkhateya gendeliyê li Îraqê hemû qul û quncik girtine. Divê "Operasyona Berbangê" tenê di parvekirina çend wêneyên desteyên pereyan de sînordar nemîne.
Wekî dosyeya "Diziya Sedsalê" neyê girtin ku tê de bi vegerandina beşeke kêm a pereyan doz hat girtin û tohmetbarê yekem jî hat berdan.
Dahat û xercên Îraqê wekî yên welatên mezin û dewlemend ên navçeyê ne lê di warê kalîteya jiyana welatiyan de di rêzên dawî de ye.
Li gorî Desteya Amaran a Îraqê, bêkariya ciwanan gihiştiye ji sedî 16,8an. Li hinek parêzgehan wekî Enbarê ev rêje ji sedî 29,5 û li Mîsanê ji sedî 25 e.
Derketina wan dehan milyon dolar û milyarên dînarên ku di balîf û malên berpirsan de hatine dîtin, li beramberî wê samana ku winda bûye û hîn behsa wê nayê kirin ne tiştek e.
Pêdivî ye em li bendê bin û bibînin ka Operasyona Berbangê dê heta kû biçe ji bo vegerandina samana ku hatiye dizîn.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



