Kêliyeke dîrokî ye lê hema bêje kes pê bawer nake. Piştî zêdetirî çil salên xebata çekdarî û mirina zêdetirî 40 hezar kesan, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di kongreya xwe ya 12an a Gulana 2025an de biryar da ku xwe fesix bike.
Komîsyoneke parlamentoyê ku nûnertiya 11 partiyan dikir, di navbera Tebaxa 2025an û Sibata 2026an de 21 rûniştin kirin. Vê komîsyonê guhdariya 137 sazî û kesan kir û raporeke dawî pêşkêş kir.
Nexwe, çima hewaya li Tirkiyeyê hewayeke hêviyê nîne û hewayeke gumanê ye? Ev rewş li Enqereyê çi qas be li Amedê jî ew qas e. Bersiv di neyetên eşkerekirî yên aktoran de nîne, di taybetmendiya wî cihî de ye ku ew tê de tevdigerin.
Antropolojiya tundiyê fêrî me dike ku tundî di serî de ji xizanî, îdeolojî an kînê çênabe. Tundî li wan deran çêdibe ku mirov dikare bêyî ti encamê wê bi kar bîne. Dema ku rêxistinek çekên xwe radest dike, tundî bi dawî nabe. Tundî tenê wê demê bi dawî dibe ku cihê wê rêxistinê bi tiştekî din were dagirtin.
Wekî din, ev cihên tundiyê piştî ku ji aliyê fîzîkî ve jî tên girtin, demeke dirêj di hiş, laş û malbatan de dijîn. Ev cih û mîrateya wê ya derûnî dê bi hev re biryarê bidin ka dê ev pêvajoyê aştiyê bîne an tenê bibe rawestanek.
Sedsalek înkarkirina hebûnê
Ji bo ku mirov fêm bike bê çi metirsî heye, divê mirov fêm bike ka nasnameya Kurdî li Tirkiyeyê ji çi pêk tê. Komara ku sala 1923yan hatiye damezirandin, li ser xeyala neteweyeke yekreng hatiye avakirin. Kêmara herî mezin a welêt ew xeyal xera dikir. Loma hebûna wan hat înkarkirin.
Ji Kurdan re hat gotin "Tirkên çiyayî". Zimanê wan di jiyana giştî de hat qedexekirin. Navê gundên wan û heta navên wan ên Kurdî jî hatin guhertin. Serhildanên wan, ji Şêx Seîdê sala 1925an heta Geliyê Zîlanê û Dêrsimê ya sala 1938an, bi hovîtiyeke mezin hatin perçiqandin û ew herêm ji mirovan hatin valakirin.
Her kesê ku rastî înkarkirina fermî ya hebûna xwe tê, derseke tal fêr dibe: Dewlet ne parêzvan e lê gefek e. Di vê hewaya înkarkirinê de cihên tundiyê vebûn û pevçûn gur bûn.
Girtîgeha şkenceyê ya Amedê ya piştî darbeya 1980yî, ji her îdeolojiyê zêdetir şervan tevlî PKKya ku sala 1978an hatibû damezirandin kirin. Salên 1990î bi xwe re gundên valakirî û şewitandî, bi milyonan mirovên koçberbûyî, tîmên mirinê û kesên ku di bin çavdêriya polîsan de "winda bûn" anîn.
Her wiha skandala Susurlukê jî qewimî ku di kuştina karsazên Kurd de têkiliya dewlet, siyaset û sûcên organîzekirî eşkere kir.
PKKyê jî ji aliyê xwe ve bi mantiqa şerê gerîla bersiv da. Êrişî leşker û polîsan kir. Lê di heman demê de li dijî mamoste, cerdevan û "hevkarên" Kurd jî tundî bi kar anî.
Di van cihan de ku her du aliyan jî tiştên di dema aştiyê de nedihatin fikirîn kirin, nasnameya Kurdî hat avakirin. Ev nasnameya wan kesan e ku fêr bûne rûmeta wan ne ji aliyê dewletê ne jî ji aliyê qanûnê ve tê parastin.
Cihê tundiyê di derûnê de çi li pey xwe dihêle?
Dema ku tank vedikişin, cihê tundiyê bi tenê winda nabe. Ew derbasî bîra kolektîf dibe. Ezmûnên hevpar ên windakirin û biçûkxistinê bûn bingeha hestyarî ya nasnameya komê.
Ji bo Kurdan ev tişt Dêrsim, girtîgeha Amedê, gundên şewitandî û girtina bi hezaran siyasetmedarên Kurd in. Em ji lêkolînên li ser trawmayê dizanin ku ezmûnên bi vî rengî derbasî nifşên nû dibin.
Zarok û nevî tirs, bêbawerî û erkên negotî yên dê û bavên xwe hildimijin. Heta eger wan bi xwe qet gundekî şewitî nedîtibe jî ev yek wisa ye. Bêdengiya dê û bavan gelek caran ji her çîrokê bilindtir diaxive.
Li aliyê Tirkan jî trawmayeke wan a kolektîf heye: Sendroma Sevrê. Ev tirs ji hilweşîna Împaratoriya Osmaniyan derketiye û dibêje dijminên derve û hundir dixwazin welêt perçe bikin.
Her daxwaza Kurdan a ji bo mafan vê gefê zindî dike. Ev daxwaz ne wekî daxwaza tevlîbûnê, wekî gava yekem a ber bi perçebûnê ve tê fêmkirin.
Teoriya nasnameya civakî ya Tajfel û Turner jî eşkere dike ku çima siyaseta asîmîlasyonê bi awayekî sîstematîk têk çû. Mirov piraniya rûmeta xwe ji endamtiya koma xwe distînin.
Dema ku ev endamtî rastî gefan tê, ew dev jê bernadin, berevajî bi hêztir pê ve tên girêdan. Înkarkirina gelekî bi temamî, gefa herî radîkal a li ser nasnameyê ye. Her qedexeya li ser zimanê Kurdî Kurdîtî lawaz nekir, wateyeke zêdetir da wê.
Daniel Bar-Tal nîşan daye ku çawa pevçûnên demdirêj vediguherin "exlaqê pevçûnê". Mirov bawer dikin ku tenê doza wan dadperwer e. Ew aliyê xwe wekî mexdûrê rasteqîn dibînin û aliyê din bêrûmet dikin. Her du alî jî fêr bûne ku xwe di nava pevçûnê de li malê hîs bikin. Ev ne tenê rastiyeke siyasî ye lê di heman demê de welatekî derûnî ye.
Mîrateya cihê tundiyê ev e: Piştî ku xuya dike hatiye girtin jî ew awayê hest û ramana mirovan dirêse. Fêmkirina tiştekî nayê wateya rewakirina wî. Lê kesê ku vê qata kûr paşguh bike, dê fêm neke bê ev pêvajoyê niha çi qasî nazik e.
Pêvajoyeke ku nabe mirov navê wê bibêje
Pêvajoya niha bi tevgereke ku kesî nedifikirî dest pê kir. Çiriya Pêşîn a 2024an, Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî çû ba parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û silav da wan. Ev yek balkêş bû çimkî Bahçelî bi salan dixwest Abdullah Ocalan were îdamkirin.
Pişt re şandeyeke DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê û li gel Ocalan civiya ku ew ji sala 1999an ve di tecrîdê de ye. 27ê Sibata 2025an Ocalan "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Di wê bangê de wî got ku PKKyê êdî rola xwe ya dîrokî bi dawî kiriye û xwest ku xwe fesix bike. Rêxistinê jî guh da wî.
DEM Partî bû qasidê di navbera Îmralî, şervanên PKKyê yên li Çiyayê Qendîlê û Enqereyê de. Berê ji vê partiyê re digotin "baskê siyasî yê terorê". Hevserokê wê yê berê Selahattîn Demîrtaş nêzîkî deh salan e di girtîgehê de ye. Şaredarên wê yên hilbijartî yek bi yek ji kar hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatin tayînkirin.
Lê belê ziman bi tenê nehevsengiyê nîşan dide. Hikûmet behsa aştiyê nake, ew behsa "Tirkiyeyeke bê terorê" dike. Hikûmet dan û standinan nake, ew "teslîmbûneke bêmerc" qebûl dike.
Hevdîtinên rasteqîn ên li gel PKKyê bi dizî bi rêya îstixbaratê hatin kirin. Gel qet pê nizanîbû bê li ser çi li hev kirine. Rapora dawî ya Komîsyona Parlamentoyê ya Sibata 2026an pêşniyara çend qaîdeyên qanûnî dike ji bo radestkirina çekan û tevlîbûna şervanan a nav civakê. Her wiha pêşniyara pênaseyeke tengtir a terorê dike da ku êdî tenê endamtî wekî sûcekî terorê neyê dîtin.
Lê ti efû nayê pêşbînîkirin û Ocalan li girava xwe dimîne. Rapor li ser pirsên siyasî yên bingehîn ên wekî ziman, statu û destûrê bi piranî bêdeng e. DEM Partiyê ev yek pejirand lê wê xala ku dilê pirsgirêkê ye di nav qeydan de bi cih kir: Divê mirov bi tenê wekî pirsgirêkeke terorê nêzîkî Pirsgirêka Kurdan nebe.
Ji aliyê derûnî ve ev koreografî xeternak e. Çimkî ev yek aştiyê wekî teslîmbûna aliyekî û serkeftina aliyê din nîşan dide. Lêkolînera aştiyê Evelin Lindnerê biçûkxistin wekî "bombeya atomê ya hestan" bi nav kiriye.
Ti hestên din nikarin bi qasî biçûkxistinê bibin sedema daxwaza tolhildanê û têkçûna pêvajoyên aştiyê. Her kesê ku li gel mirovên rastî tundiyê hatine xebitiye, dizane: Lihevhatin li ser biçûkxistinê nayê avakirin.
Çima bêbawerî serdest e?
Herî kêm sê sedem hene ku ev pêvajoyê wisa nazik e. Ya yekem bêbawerî ye. Hewldana dawî, ya di navbera salên 2013 û 2015an de, bi aştiyê bi dawî nebû. Ew hewldan bi wêrankirina bajarê kevn ê Amedê, qedexeyên derketina derve û şerê nav bajaran bi dawî bû.
Kesên ku wê demê jiyane, dizanin ku li cihekî ku kes nikare bi kesî bawer bike, berdewamkirina pevçûnê ji aştiyeke qels bêtir ewlehiyê dide. Her du alî jî vebijarkên xwe yên derketinê vekirî dihêlin û ev yek pêvajoyê felc dike.
Ji bo gelek kesên li herêmê, têkçûna sala 2015an trawmayeke nû bû. Ew ji ber wê hêviya ku kiribûn hatin cezakirin. Kesê ku carekê ji ber baweriyê hatibe cezakirin, cara din xwe bi bêbaweriyê diparêze.
Sedema duyem neteweperestî ye. Ji bo beşeke mezin a civaka Tirkiyeyê, her tawîza ji bo Kurdan xiyaneta li neteweyê ye. Partiyên wekî IYI Partî û Partiya Zaferê bi eşkereyî li dijî pêvajoyê derdikevin.
Heta hikûmet jî ji bo ku rûyê xwe li cem alîgirên xwe biparêze, her reformê ne wekî qebûlkirina daxwazên rewa lê wekî serkeftina li ser terorê nîşan dide.
Li pişt vê retorîkê ew "exlaqê pevçûnê" heye ku Bar-Tal behs kiriye: Kesê ku aştiyê bike divê beşek ji nasnameya xwe ji nû ve ava bike, ev jî li her du aliyan dibe sedema tirsê.
Sedema sêyem jî hesabê desthilatê ye. Gumaneke wiha heye ku ev hemû ne ji bo Kurdan in, belkî ji bo guhertineke destûrî ne ku destûrê bide Serokkomar (Recep Tayyîp) Erdogan careke din bibe serokkoma. Baweriya bi pêvajoyê ji ber nakokiyeke mezin derbe dixwe.
Dema ku soza demokratîkbûnê tê dayîn, siyasetmedarên Partiya Gel a Komarî (CHP) ya mixalefetê tên darizandin. Xwenîşandan tên tepeserkirin û şaredarên hilbijartî ji kar tên dûrxistin. Dewleteke ku dixwaze li gel Kurdan aştiyê bike lê li her derê din demokrasiyê têk dibe, banga baweriyekê dike ku dîrok wê rast dernaxîne.
Modela lihevhatinê ya ku Arie Nadler û Nurit Shnabel bi pêş xistiye vê dubendiyê bi eşkereyî nîşan dide. Aliyê ku xwe wekî mexdûr dibîne, pêdiviya wî bi qebûlkirin û xwedîderketinê heye. Aliyê ku wekî sûcdar tê dîtin, pêdiviya wî bi garantiyê heye ku ew beşek ji civaka exlaqî ye. Li vir her du alî jî rola mexdûriyê dilîzin û ti alî nabîne ya ku pêdiviya wî pê heye.
Pevçûn wê demê çareser dibin dema ku her du alî di nava xitimandineke biêş de bimînin û di heman demê de rêyeke derketinê bibînin. Xitimandin heye. Lê ya kêm nîveka duyem a formulê ye: Rêyeke derketinê ya ku ji bo her du aliyan cihê baweriyê, parêzvanê rûyê wan û bi rûmet be.
Ev ne tenê qala PKKyê ye, qal zêdetirî 25 milyon kesan e
Li vir xeletiyeke ramankirinê heye ku dikare pêvajoyê têk bibe: Enqere fesixkirina PKKyê wekî xala dawî dibîne. Di rastiyê de, ev herî zêde dikare bibe destpêkek.
Pirsgirêka Kurdan di sala 1978an de bi PKKyê re derneketiye û dê bi wê re jî winda nebe. Ya ku di rojevê de ye mafên zêdetirî 25 milyon kesan e. Perwerdeya bi zimanê dayîkê, tevlîbûna siyasî ya bêyî şûreya edaleta antî-terorê û xwebirêvebirina xwecihî ya bêyî qeyûman.
Berdana girtiyên siyasî, vegera kesên li çiya û sirgûnê û tevlîkirina wan a nav civakê. Her wiha lênêrîna derûnî û civakî ya ji bo xelkê ku bi nifşan e bi tundiyê re dijî. Kesê ku vê pirsê bi tenê bi bêçekkirina rêxistinekê ve sînordar dike, sedem û encamê tevlîhev dike.
Tiştek eşkere ye: Cihên ku nayên dagirtin vala namînin. PKK derket holê çimkî dewleta Tirkiyeyê mafê Kurdan ê derbirîna hebûna wan di nava qadeke qanûnî de red kir. PKKyê ew valahiya ku komarê bi xwe çêkiribû dagirt.
Wekî ku derûnnasî nîşan dide, PKKyê ne tenê qadeke siyasî, qadeke derûnî jî dagirt. Ji bo nifşekî ciwanên Kurd, xebata çekdarî ew tişt pêşkêş kir ku lêkolînerê radîkalîzmê Arie Kruglanski jê re dibêje "lêgerîna wateyê". Ev hesta girîngbûnê ye, hesta dîtinê ye û şiyana sekinandina li ber bêhêziya xwe ye.
Eger niha PKK xwe fesix bêyî ku ev valahiya ducare bi qebûlkirin, maf û nûnertiya siyasî were dagirtin, dê hinekên din wê dagirin. Dibe ku ne bi çekan be: Wekî ku Ocalan bi xwe jî dinivîse, dibe ku serdema xebata çekdarî ji aliyê dîrokî ve bi dawî bûbe.
Nifşê ciwan ê Kurdan li gorî nifşên berê bêtir bajarî ye, baştir perwerdekirî ye û di qada navneteweyî de bêtir têkildar e. Lê dê rêxistin, tevger û nifşên nû yên Kurdan doza nasname û mafan bi pêş ve bibin. Ew dê bi formên sivîl, siyasî, civakî û dîjîtal vê yekê bikin. Dibe ku ew ji her gerîlayî jî bi bandortir bin çimkî etîketa terorê ya ku berê her daxwaza Kurdan pê dihat reşkirin dê li ser wan nebe.
Dewleteke ku bawer dike Pirsgirêka Kurdan dê bi dawîbûna PKKyê re çareser bibe, piştî 20 salî dê bibîne ku tenê dijberên wê guherîne. Pirs ne ew e ka gelo dê qada Kurdan were dagirtin an na, pirs ew e ka dê ji aliyê kê ve û bi çi were dagirtin.
Wekî erkekî destûrî qebûlkirina Kurdan
Ji ber vê yekê ti rêya din a ji bilî wê gavê nîne ku heta niha ti hikûmetea Tirkiyeyê newêrîbû biavêje: Qebûlkirina Kurdan wekî xwe. Ango qebûlkirina wekî gelekî bi ziman, çand û dîroka xwe di nava sînorên heyî de.
Ev qebûlkirin divê di destûrê de cih bigire, ne di biryarnameyên ku dikarin bên betalkirin an di nivîsên hûrik ên raporên komîsyonan de. Destûreke ku navê gelê Kurd û zimanê Kurdî hildigire, dê ne diyarîyek be ji bo PKKyê û ne jî gefek be li ser yekparçeyiya axê.
Berevajî, ew dê bibe garantiya herî bihêz a wê yekparçeyiyê, çimkî dê argumana herî xurt a cudaxwaziyê ji holê rake: Nasnameyeke birîndar û înkarkirî. Tenê ewlehiya destûrî ewlehiya pêşbîniyan ava dike û bêyî vê ewlehiyê ti qada tundiyê bi temamî nayê girtin.
Hemû alî, dewleta Tirkiyeyê, civaka piranî ya Tirkiyeyê û Kurd bi xwe jî divê fêrî wê rastiyê bibin ku Kurd hene. Mafên wan hene û ev her du jî normal in. Fêrbûn li vir ne peyveke lawaz e, ew dilê mijarê ye. Aştî, ji xeynî normalbûneke cihê baweriyê ne tiştekî din e.
Hîpoteza têkiliyê ya Gordon Allport nîşan dide ku pêşdarazî û hestên metirsiyê kêm dibin dema ku kom di bin şert û mercên wekheviyê de rastî hev tên. Lê statuya wekhev pêwîstî bi wekheviya qanûnî heye. Bawerî ne bi bangan, bi saziyên ku pêşbîniyan garantî dikin tê avakirin.
Tenê dema ku maf nema bi niyeta baş a hikûmetên desthilatdar ve girêdayî bin, pergala demarî ya kolektîf a her du aliyan dikare aram bibe. Ev ji paragrafên qanûnî wêdetir e. Ev li ser vegerandina rûmetê ye ji bo nasnameyeke ku sedsalek e hatiye înkarkirin, krîmînalîzekirin û bi etîketa terorê hatiye nîşankirin.
Eger dewleta Tirkiyeyê vê kêliyê bi kar bîne da ku van valahiyan bi qanûn, qebûlkirin û tevlîbûnê dagire, "Tirkiyeya bê terorê" bi rastî dikare bibe welatekî aştîxwaz. Erdogan bi vê yekê wê abîdeyekê ji xwe re ava bike li cihê ku bi nifşan hikûmet û general tê de têk çûne, heger mebestên wî çi bin jî.
Aştiyeke wiha dê bandoreke mezin ji Tirkiyeyê wêdetir, li seranserê herêmê bike. Herêmeke ku hewcedariya wê bi delîlekê heye ku pevçûneke sedsalî dikare bêyî serkeftî û têkçûyan bi dawî bibe.
Lê belê, eger dewlet teslîmbûna dijberê xwe wekî destûrekê bibîne ku her tiştî wekî berê bihêle, wê demê dê ev valahî dîsa vebe. Dibe ku ne sibe be, dibe ku ne bi heman aktoran be lê dê bi heman mantiqê birîn, tirs û berxwedanê vebe. Ew ne mirov in ku divê bên guhertin.
Cihên ku ew tê de tevdigerin û şert û mercên ku ew hevdû fêm dikin divê bên guhertin. Kesê ku aştiyê bixwaze, divê ew tiştê bide Kurdan ku sedsalek e ji wan hatiye stendin. Ne zêdetir e, lê ne mîlîmetreyekê kêmtir e jî: Eşkerebûn, ewlehiya destûrî ya garantîkirî ku Kurd hene û nasnameya wan xwedî rûmet e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
