Xwînerê hêja,
Berhema duyem a vê destenivîsê “Heart of Darkness” a Joseph Conrad e. Min ev berhem bi taybetî hilbijart ji ber ku kêm berhemên bi vî rengî hene ku encamên mêtingeriyê yên li ser mêtingeran vedibêjin. Joseph Conrad nêzikî bîst salên jiyana xwe li ser deryayê derbas kirin, gelek çandên cuda nas kirin, pergala emperyalîst a Ewropî ji nêzik ve nas kir. Piştî 36 saliya xwe Conrad dev ji deryavaniyê berda û dema xwe bêtir ji bona nivîsandinê terxan kir.
Heart of Darkness wek du çîrokên hevterîb hatiye nivisîn. Çîroka yekem, an jî çiroka çarçove ew e ku vêbêjekî bênav li keştîyeke li ser Robarê Thamesê ye û ev kes ji me re behsa Kaptan Marlow dike. Xwîner jî her wiha li wê keştiyê dadinîşe û guhê xwe dide çîroka duyem, an jî çîroka esasî.
Xwîner çîroka esasî ji vegotin û şîroveyên Marlow guhdarî dike. Marlow behsa serpehatiyên xwe yên li Kongoyê dike û bi dirêjî behsa kesayetekî bi navê Kurtz dike. Xwîner ti carî wî kesê jê re dibêjin Kurtz nabîne, wî bi tenê ji çîroka Marlow û salixên xebatkarên keştiyê nas dike. Ev yek jî dihêle ku efsûnek li dora navê Kurtz bê avakirin.
Marlow wek kaptanê keştiyeke bazirganiyê ya Belçîkayê berê xwe dide Kongoyê. Ji destpêka rêwîtiyê pê ve navê Kurtz ew qasî zêde derbas dibe ku Marlow wî gelekî meraq dike. Hinek dibêjin “Kurtz pêxemberek e!” Hinekên din behsa serkeftinên wî dikin û dibêjin, “Ti kes nikare bi qasî wî zêde diranên fîlan bişîne Ewropayê.” Yên din vê gotinê dipejirînin lê belê dibêjin ku “Armanca wî ne bazirganî ye, tunekirina tariyê û rizgarkirina şaristaniyê ye.”
Dema Marlow behsa van salixan dike, xwîner wisa hest dike ku Marlow meraqa çîrokeke lehengiyê nake, ew dixwaze bizanibe gelo mirovê spî yî serdest vê azadiya bêsînor û çavkaniyên mirovê çêrmreş çawa bi kar tîne? Marlow vê yekê ji bona xwe jî meraq dike ji ber ku ew jî deryavanekî îdealîst e. Ew jî bawer dike ku divê ew yanê nûnerê şaristaniya Ewropî, vê şaristaniya bedew ji bona “heremên tarî” yên dinyayê bibe.
Di romanê de dema Marlow xwe digihîne Kongoyê û diçe herema Kurtz, ew dibîne ku Kurtz li wê derê dîktatoriyeke xwînrêj ava kiriye. Kurtz konê xwe bi hestiyê laşên mirovan xemilandiye. Mirovê niştecih ji wî gelekî ditirse û neçar maye ku xizmeta wî bike. Nêçîrvanên Ewropî û xebatkarên wan ên reşik hema bibêje koka fîlan qelandiye. Tundîtiyeke wisa dijwar tê kirin ku mirov, ajal, xweza di rewşeke perîşan de ye.
Çîrok behsa salên 1890an dike. Roman bi tenê çîroka Kurtz dibêje lê belê di dîrokê de çîroka Kongoyê ya wan salan gelekî xerabtir e. Di sala 1885an de li Konferansa Berlînê biryar hate dayîn ku Kongo bibe malê şexsî yê Şaxê Belçîkayê II. Léopold. Pêwistiya şaristaniya Ewropayê bi diranên fîlan hebû ji ber ku tûşê piyanoyan, şeh, kevirên lîstika şax (kişik), gelek eşyayên din ên luks bi vî materyalî dihatin çê kirin. Kongo malê Leopoldê Duyem bû û leşkerên wî ew der li gorî kêf û berjewendiyên wî bi rê ve dibir. Gelek çavkanî dibêjin ku di vê serdemê de nêzikî 10 milyon mirovan hêsîr hatin girtin, gelek ji wan kesan ji ber nexweşî, birçîbûnê mirin û gelek jî bi kom hatin kuştin û encamên vê yekê hê jî di civaka Kongoyî de berdevam dike.
Belê, Kurtz yek ji van “şaristanîbirên Ewropî” ye. Marlow çîroka Kurtzê serkeftî, pêxember, îdealîst hwd. wisa zêde guhdarî dike ku dema ew xwe digihîne konê wî, ji bona Marlow demeke herî girîng e. Lê rastî li bestê ye. Ya ku Marlow dibîne nexweşî, dînîtî, kuştin û mirin e. Kurtz tev de dîn bûye. Wî şaristaniya xweşik nebiriye nav “reşikên hov” lê belê şer, tundîtî û nexweşî birine nav wan. Yanê xêra wî negihiştiye reşikan, lê xêra wî negihîştiye wî bi xwe jî. Ew dîn bûye. Wî baweriya xwe bi şaristaniyê û guherînê, yan jî bi îdelîzma sedsala bîstemîn winda kiriye. Piştî mirina Kurtz, Marlow digel çend nameyên şexsî, her weha raporeke Kurtz nivîsandiye jî bi xwe re dibe Ewropayê. Kurtz ev rapor ji bona saziyeke Ewropî bi navê "Tepeserkirina Kevneşopên Hovane" nivîsandiye, di raporê de behsa girîngiya perwerdeyê dike, rê û rêbazên bicihkirina şaristaniyê dike. Lê belê hevoka dawîn a raporê ev e, "Tevahiya hovan qir bikin!"
Yanê Wi Ewropiyê îdealîst dixwest şaristaniya xwe bibe û reşikan bi awayekî erênî biguherîne niha dixwaze hemû reşikan qir bike. Ev yek nîşaneya rabêja emperyalîst e; em divê ji bona xêra we, çand, kultur û zimanê we tune bikin! Kurtz ew serok, pêxember an jî dîktatorê dilxwaz î sedsala bîstemîn e ku li ser navê şaristaniyê ji Kongoyê bigire heya Kurdistanê serî jê kirin, ziman qedexe kirin, zarokên niştecihan revandin û birin li gorî berjewendiyên xwe perwerde kirin.
Di beşa sêyem de Marlow derheqa Kurtz de dibêje “Tevahiya Ewropayê tevkariya hevdu kir ku Kurtz çê bibe.” Ev gotin girîng e ji ber ku Kurtz bi tenê mirovekî nebaş î Ewropî nîne, hebûna wî û kiryarên wî encama îdeolojiya emperyal ya çavbirçî û mêtinkar e. Ya ku mirovên wek Kurtz çê dike û vê hêzê dide destê van mirovan ev îdeolojî ye.
Joseph Conrad, bi vegotina vê çîrokê sûc û gunehên emperyalîzma Ewropiyan vedibêje. Ew behsa çîroka mirovê reşik nake. Heya di romanê de mirovê reşik her tim wekî “ew” yan jî “kesên tarî” tên binavkirin. Ev “kesên tarî” napeyivin, lê diqîrin, digirîn, hewar dikin. Nivîskarê Nîjeryayî Chinua Achebe bi taybetî di nivîsa xwe ya bi navê “An Image of Africa: Racism in Conrad's Heart of Darkness” rexneya vê yekê dike û bi kurtasî dibêje “Belê, Joseph Conrad rexneya mêtinkariyê dike, lê belê Afrîkiyan ti carî wek mirov nîşan nade, lewma jî ev roman nêrîna mêtinkar û nijadperest careke din diafirîne.”
Min dema ev roman xwend, gelek caran gotinên Kurtz û deryavanên pesindar, axaftinên mamosteyên min ên kemalîst anîn bîra min. Wan jî bi dilekî sax ji me re rave dikirin gelo ji bo kîjan sedemên xêr divê em ziman û çanda dê û bavên xwe terk bikin, bi rêya asîmîlasyonê xwe bigihînin şaristaniya Ewropî û tirkbûna modern. Lewma ez her çi qasî rexneyên Chinua Achebe fehm bikim jî bawer nakim ku endamên civaka mêtinkar dikarin derûniya mirovê mêtinkirî vebibêjin. Dibe ku peywira wan ew e ku sûc û gunehên şaristaniya xwe vebibêjin. Ya mayî karê me bi xwe ye!
Hefteya bê, ez ê pirtûka Chinua Achebe ya bi navê Things Fall Apart bixwînim. Bimînin di xêr û xweşiyê de.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)

