Beriya nîşandana fermî ya li ser xalîçeya sor, hemû bilêtên nîşandana fîlmê “Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê” hatin firotin. Ev yek jî daxwaza zêde ya kiryarên navneteweyî, amadekarên festîvalan û medyakaran a ji bo fîlmê derhênerê ciwan ê Kurd nîşan dide.
Ev eleqeya berfireh di heman demê de bi amadehiyên destpêkirina hemleyeke cîhanî ya ji bo fîlmê re hevdem e, ew jî piştî ku fîlm bi awayekî fermî hat hilbijartin da ku di xula bê ya xelatên Oscarê de ji bo xelata Fîlmê Herî Baş ê Navneteweyî bikeve pêşbirkê.
Bi awayekî giştî liv û tevgera bazirganiyê ya Festîvala Venedîkê zêdetir di berjewendiya derhênerên navdar ên Ewropayê û fîlmên diyar ên Amerîkayê de ye. Lê belê fîlmê Helkewt Mistefa ku ji nêrîneke rasteqîn û bibandor ve qala aliyên derûnî û dijwar ên şer dike, kariye di nav lîsteya qerebalix a festîvalê de balê bikişîne ser xwe û hemû bilêtên nîşandana wê ya yekem werin firotin.
Helkewt Mistefa li Venedîkê ji got, "Ez gelekî dilxweş im ku hemû bilêtên Festîvala Venedîkê hatine firotin. Şîrketên belavkirinê û rojnameger ji min re dibêjin ku ev fîlm li Venedîkê yek ji berhemên herî mezin ên îsal e."
Danasîna fîlmê ya li festîvalê piştgiriyeke xurt a destpêkê bi dest xist, ew jî piştî wê yekê hat ku di pêvajoya hilbijartina navxweyî ya Îraqê de bi yekdengî bi ser ket û wekî nûnerê fermî yê Îraqê ji bo xelatên Oscarê hat destnîşankirin.
Helkewt Mistefa dibêje, "Destnîşankirina fîlmê ya bi yekdengî wekî nûnerê Îraqê li Oscarê, alîkariyeke mezin bû da ku di medyayê de dengvedaneke zêdetir hebe."
Tevî vê yekê jî veguhertina vê serkeftina festîvalê ji bo hemleyeke domdar a wergirtina xelatan li Hollywoodê, astengiyeke mezin a darayî û lojîstîkî ye.
Berhemên serbixwe yên herêmê gelek caran li hemberî şîrketên mezin ên Hollywoodê rû bi rûyî zehmetiyan dibin lewma bi nêzîkbûna sezona pêşbirkên xelatên Oscarê, piştgiriyeke berfireh ji bo fîlmê pêwîstiyeke girîng e.
Helkewt Mistefa bangî sazî û dezgehên siyasî û çandî dike ku hewlên pêwîst ji bo fîlmê bidin da ku karibe li ser asta cîhanê bikeve pêşbirkê.
Her wiha wî got, "Ji 1ê Çiriya Pêşîn ve planeke mezin ji bo Oscarê tê danîn. Ez bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê dikim ku bixebitin da ku pêgeha fîlmê di pêşbirkên Oscarê de xurt bibe."
Pêkhateya navneteweyî ya vê berhemê di lîstikvanên wê de jî reng daye. Thorbjorn Harr, lîstikvanê navdar ê Norwecî ku bi karên xwe yên di dramayên Skandînavyayê û berhemên televîzyonî yên navdewletî de tê naskirin, di vê projeyê de roleke sereke lîstiye.
Harr li Venedîkî ji Rûdawê re ragihand, tevlîhevkirina aksiyon û nakokiyên derûnî di senaryoya fîlmê de, vê berhemê ji fîlmên leşkerî yên asayî cuda kiriye û got:
"Wekî norwêciyekî ez gelekî serbilind im ku beşekî vî fîlmê Kurdî me. Xala herî balkêş a di vî fîlmî de ew e ku fîlmekî aksiyonê ye, lê belê di heman demê de peyameke wî ya kûr heye."
Harr amaje pê kir ku her dudiliyeke destpêkê ya li ser karkirina di projeyeke wiha de ku ji aliyê siyasî û çandî ve hestiyar e, piştî axaftina bi derhêner re bi temamî ji holê rabûye.
Lîstikvanê Norwêcî got, "Piştî ku ez ji bo fêmkirina fîlmê bi Helkewt re axivî, biryardayîna ji bo beşdarbûna projeyê gelekî hêsan bû. Ev kar bi temamî ji dil derketiye. Ruhê mezin û dilê fireh ê Helkewt enerjiyeke zêde da fîlmê."
Her wiha Harr tekez kir ku dîtina zêdetir a fîlmê wekî pîvana sereke ya serkeftinê dimîne û got, "Tiştê herî girîng ew e ku fîlm bibe xwediyê temaşevanan û bê dîtin. Beşdarbûna li Festîvala Venedîkê bi serê xwe ji bo fîlmê serkeftineke mezin e, her wiha bûyîna nûnerê welatekî li Oscarê serkeftineke din a mezin e."
Tijekirina hola nîşandana fîlmê ya li Venedîkê, ji bo fîlmê destpêkeke gelekî baş e û sînemahezên li Kurdistanê jî hewce nake gelekî li bendê bimînin da ku vî fîlmî li ser şaşeyên mezin ên sînemayan bibînin.
Piştî beşdarbûna li Festîvala Venedîkî fîlm dê 20ê Îlonê li Herêma Kurdistanê li sînemayên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê bê nîşandan.


