Mixabin derbarê derbeya 12ê Îlonê dozên cidî nehatin vekirin û ji qurbaniyan jî ti lêborîn nehat xwestin. Di vê mijarê de rûbirûbûn û agahiyên heyî jî bi piranî bi keda girtî û şahidiya malbatan re derketin holê. Helbet vegotinên derketin holê bûn sedema nivîsîna dîrokeke bê sansûr û qeydkirina hinek rastiyan lê mixabin berpirsên cuntayê jî derneketin pêşberî edaletê û dewletê ti tezmînata madî û manewî jî neda mexdûran.
Helbet derbe li Tirkiyeyê çêbû lê li Kurdistanê bi dehan salan dom kir, demografiya jiyan û siyaseta Kurdan bêveger serûbin kir. Dîsa mixabin çepên Tirkan, saziyên sivil û derdorên akademîk ev serdem bi hin hestên slow û nîvreaksiyoner ve derbas kirin û tenê bi gazin çend general sûcdar kirin. Bi taybetî rewşenbîr û siyasetmedarên Tirkiyeyê ne ev darbe û ne jî ideolojiya ku rê dide darbeyan deşîfre nekirin û heta îro jî nakin.
Heta herî dawî Sirri Sureyya, berxwedana Kurdan a li zindana Diyarbekirê bi şêweyekî arabesk û di çarçoveyeke bê rexne de senarîze kir. Lê siltanê ker jî dizane ku mesele ji îzahatên fermî û hunerî zêdetir e û Kurd û gelek pêkhateyên din ji ber etnîsîteya xwe mexdûrên sereke ne. Bê guman Kurd ji xeynî Enqereyê, li Bexda, Şam û Tehranê jî bi cuntayan re rû bi rû man û hîn jî dimînin. Îro hîn her çar navend bi makezagonên darbekaran ve tên birêvebirin û ji zindanên van navendan laşê ciwanên Kurd derdikevin û zextên polîtîk û mirovî di asta herî xirab de ne. Yanê 12ê Îlonê wek konsenseseke herêmî ya antîkurd dewam dike.
Ji zindananên wan trajediyên piralî ji Kurdan re mîras dimînin û ji bo başbûna derûna mexdûran sedsalek lazim e ku ev wêranî were dermankirin. Zindana Diyarbekirê ya ku wek sembola dewra ku dewletê tê de bekaya xwe û Kemalîzm ji nû ve saz kir, dîsa li gor hesaban hat girtin û xuya ye wê bibe muzeyeke otantîk. Ê girtiyên li wir çer bûn, çûn kû? Gelo di pêvajoya aştî û biratiyê de efûyek derket û her kes azad bû? Na! Tew hemû girtî şandin hucreyên herî bêdeng û bêronî û yanê cihê ku îzolasyona fîzîkî û fîkrî bi hev re lê dijîn.
Dewlet, tenê tîpên mekanan diguhere; “D” dibin “F”, “koğuş” dibin “kuyu tipi (çeltik).” Em di hefteya 12ê Îlonê de ne û dîsa xeberên nebixêr ji zindanan tên. Sê roj berê li Kobaniyê 12 ciwanên Kurd di hucreyan de hatin şewitandin. Ji xwe hejmara girtiyên nexweş û rewşa girtiyên ku ji 30î salî zêdetir li hundir mane bi tena serê xwe nakokiyeke siyaseta Bakur e. Niha li Kurdistanê tenê meseleya avakirina partiyên nû, vegera sirgûniyan, çekdanîn û çêkirina wîla-kampan tune; rehabîlîtasyona girtiyan jî li benda çareseriyê ye.
Bêkarî, salmezinî, bêmalbatî, demoralîzasyon û nexweşî bûye qedera hezaran û heman mirov li benda edalet û demên aram in. Bi ya min ev jî encamên derbeya 12ê Îlonê ne. Girtiyên Kurdan derbarê 12ê Îlonê li gor derfetên xwe gelek tişt kirin. Canê xwe dan, ketin grevên mirinê, stran û helbestên wekî delîl çêkirin, gotar nivîsandin û şkenceyên dîtibûn eşkere di pirtûkan de parve kirin. Sakîne Cansiz di pirtûka xwe de dibêje: “Gelo pênasekirina Diyarbekirê mumkin e? Him wek her derê ye, him jî pir bêhempa ye. Bi awayekî ji mirovatiya xwe hatiye safikirin û bi hemû tazîtiya xwe jî bi şkenceyê hatiye pêçandin.”
Zilma hepsa Diyarbekirê wek radyasyonê li welat belav bû; deriyên tundiyê bi zanetî hatin vekirinê û miletê Kurd kişandin nav şerekî 50 salî. Lewma jî 12ê Îlonê li dijî Kurdan destpêkirina şerekî asîmetrîk ê modern e. Di vê asîmetriyê de jiholêrakirina kesên ku xwedî prensîp û perspektîvên lîderî, rêxistinên bi îdîa û parçekirina girseyan armancên lezgîn bûn. Ji xwe birêvebiriya zindanê wek makîneya mirinê kar kir û gelek kadroyên pêşeng û şexsiyetên îlhambexş ji qetilkirin.
Mixabin em teze bi armanca hedefgirtina Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş, Necmettîn Buyukkaya, Eşref Anyik, Akîf Yilmaz, Îbrahîm Kaypakkaya, Kemal Pîr û Sakine Cansizan dihesin û bandora tunebûna wan dibînin. Gelo heger sax bimana dê vîzyona siyasetê çawa bûya? Dê pîvanên şoreşê û serxwebûna Kurdistanê di kîjan xalê de bûna? Dîsa jî ciwanên Kurdan li dijî hemî sansûr û qedexeyan, zilm û berxwedana li hundir bi rêya hinek berheman bi cîhanê re parve kirin. Îro ev berhem û yên wek wan ji bo dîroka pêncî salên dawî belgeyên dîrokî ne. Lewra him dîjîtalîzm him jî politîkayên dewletan dixwazin ku milet, paşerojê ji bîr bikin û tenê bi siyaseta rojane a populer ve eleqedar bibin. Lê madem pêvajoyekê dest pê kiriye û hewcedarî bi piştgiriya entelektuelan û biratiyê heye bila wezareta perwerdeyê ya Tirkiyeyê pirtûkên ku ji bîranînên girtiyên Kurd hatine çapkirinê demildest bike nav listeyên xwendinê. Hemî pîrtûk objektîv in, tê da sansur, derew û lê zêdekirin an propaganda tunin. Hemî jî; zilmê, cihêkariyê, şkence û înkarê red dikin û tenê behsa mafê jiyanê û parastina rûmeta mirovahiyê dikin. Pêşniyara min a ji bo pirtûkên ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk pîçekî zelal û wekhev bikin ji evin:
Her Tim Şer Bû Jiyana Min (Hep Kavgaydı Yaşamım – Sakine Cansiz)
Jinbûn di Nimre 5an de (5 No’luda Kadın Olmak – Rahime Kesici Karakaş)
Şefeqa Diyarbekirê di Tarîtiya 12ê Îlonê de (12 Eylül Karanlığında Diyarbakır Şafağı – M. S. Çürükkaya)
Şeva Çaran ( Dörtlerin Gecesi- Fevzi Bilge)
Mirovên Dilwêrek (Cesur Yurekli İnsanlar – Fuat Kav)
Diyarbekir an jî Rojeke Sodom a di Zindana Nimre 5an de (Diyarbakir ya da Sodom’un 5 No’lu Zindanındaki Bir Günü– Recep Maraşli)
Li Zindana Diyarbekirê Kewan Hêlîna Xwe Terk Kir (Diyarbakir Zindanında Güvercinler Yuvalarını Terk Etti – İbrahim Göröz)
Rûpelên ji Pênûsa Min (Kalemimden Sayfalar- Necmettin Büyükkaya)
Helbet ji bilî van pirtûkan gelek dokumentên din jî hene lê nivîskarên van pirtûkan ji fraksiyonên cuda ne û her yekî ji çavên xwe ew serdem nivîsiye û ji nav mesela Kurdistanê tên.
Lewra çîroka gelek tiştan bi derbeya 12ê Îlonê dest pê kir!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



