Kurdê nû, mirovekî Kurdistanî ye. Kurdbûn êdî li wan welatên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin ne sûc e û li ti welatê cîhanê jî ne qedexe ye. Ji bo vê qonaxa nû, ji wî mirovê Kurd re tê gotin Kurdê têkoşer û azadîxwaz, heke xwe wekî Kurdistanî bibîne. Îro Kurd di qonaxa çespandina Kurdistanîbûna mirovê Kurd de ye, di raman, derbirîna nasnameyê û çespandina wê ya ji aliyê yasayî ve.
Mirovê Kurdistanî yê niştecihê Kurdistanê nakeve ti rêxistineke ku nav û nasnameya wê rêxistinê ne Kurdistanî be. Nabe endamê ti partiyeke ku nav û nasnameya wê ne Kurdistanî be û armanca wê ne çespandina hebûna Kurdistanê be. Ev qonax qonaxa çespandina nasnameya siyasî û erdnîgarî ya Kurdistanê ye.
Kurdê nû, ne mirovekî nijadperest e û li dijî cihêkariyê ye; mirovek e ku baweriya wî bi têkoşîna sivîl, siyasî û demokratîk heye. Kurdistanê wekî welatê Kurdan û hemû kesan dihesibîne ku baweriya wan bi Kurdistaniyê ya wê axê heye.
Kurdê nû, dîroka Kurdistanê dizane, erdnîgariya Kurdistanê nas dike û bi eşkereyî diparêze. Kurdistan di dîrokê de rastiyeke erdnîgarî bûye lê ev rastî di dîroka hevdem a siyasî de ji ber sedemên siyasî, bîrdozî û olî pêşî di hişê mirovê Kurd de hatiye dûrxistin, piştî wê jî li ser nexşeya siyasî nehatiye hiştin. Kurdistaniyî rêya rast a jinûveavakirina wê rastiyê ye di hiş û ramana mirovê Kurd de û li ser nexşeya siyasî ya herêmê û cîhanê.
Kurdistan welatekî mezin e lê ne dewlet e. Dewlet ji bo parastina nasnameya netewe û welêt pêdiviyeke gelekî girîng e. Nebûna dewletê dihêle ku nasnameya niştimanî ya neteweyekê di bin gefeke berdewam de be, her wiha hebûna zimanî ya neteweyê jî di bin gefeke mezin de be. Di piraniya deman de nebûna dewletê, neteweyên bêdewlet dixe derveyî berjewendiyên navbera dewletan û wan dixe derveyî qada cîhanî, her wiha wan dixe derveyî pênaseyên navneteweyî, çimkî pergala cîhanî bi şêweyê dewletan digere, ne li ser bingeha hebûna neteweyan.
Çêbûna neteweyê di dîroka mirovahiyê de bipêşketineke mezin bû. Netewebûn bû sedema sereke ya bipêşketina mirovahiyê, ji ber ku hevparî ava kir, nakokî kêm kirin, hêza kar kir yek, bazar berfireh kir û şaristanî bi pêş xist. Çêbûna neteweyê pêwendî û hevpariya navbera neteweyan ava kir, pergala sazûmanî ya bilind afirand û her wiha bû sedema çêbûna pergala navneteweyî ya li cîhanê. Di encamê de bazirganî û aborî bi pêş ketin û li cîhanê pêşketin u xweş jiyanî afirand. Her wiha parastina nirxên mirovî yên neteweyî çespand. Dewlet niha ji bo parastina neteweyekê û parastina nasname û berjewendiyên neteweyekê li cîhanê pêdivî û stûna sereke ye.
Neteweya Kurd niha ne xwediyê saziyeke seranserî ya yekgirtî ye. Kurd ji ber zêdebûna pêdiviyên jiyan û debarê û nebûna dewletê, neteweyek e ku roj bi roj tertûbelavtir dibe. Kurd ji xeynî Herêma Kurdistanê ya li Îraqê, li ti parçeyê Kurdistanê û li ti welatî ne xwediyê pergala perwerdeya bi Kurdî ye ku tê de bernameya xwendinê bi zimanê Kurdî be û naveroka wê Kurdî be, ev jî li ser mana Kurdan metirsiyeke mezin ava dike.
Kurd ji ber ku ji bo welatê xwe ne xwediyê erdnîgariyeke siyasî ya naskirî ye, ziman beşeke girîng a nasnameya neteweyî û tewr a niştimanî ya Kurdan pêk tîne. Nasnameya zimanî ji bo Kurdan ji ya neteweyeke xwedî dewlet gelekî girîngtir e. Çimkî ji bo fêrbûn û perwerdeya Kurdî rewşeke misogerkirî nîne, ev li ser neteweya Kurd û di encamê de li ser mana Kurdistanê metirsiyeke mezin e.
Dibe ku nifşê nû yê Kurdan bi awayekî kûr li vê metirsiyê nenêre lê biçûkbûna berdewam a rûberê Kurdistanê ya bi dehan salan a ji ber qedexekirina Kurdî û guhertina demografiya Kurdistanê ya ji aliyê wan dewletên ku Kurdistan liser wan hatiye dabeşkirin, vê metirsiyê gelekî bi zelalî radixe ber çavên her kesî. Nasnameya bajaran ji ber nezanîna bi zimanê Kurdî di guherînê de ye. Her wiha nezanîna bi zimanê neteweya Kurd, nifşê nû yê Kurd li Kurdistanê û li welatên cîhanê ji civakê û ji armanca Kurdan dûr dixe.
Dibe ku ji bo neteweyên xwedî dewlet windakirina hinek taybetiyên neteweyî ne ew qasî metirsîdar be lê ji bo Kurdan gelekî gelekî metirsîdar e. Bi heman awayî her berbiçavkirineke neteweyî û niştimanî ji bo Kurdan xwedî wateyeke pir mezin e. Wekî mînak navlêkirina zarokên Kurd bi navên Kurdî ji bo nasnameya Kurdan û parastina nasnameya neteweyî ya Kurdan pir girîng e. Navlêkirina saziyan a bi navê Kurdistanê pêdiviyeke gelekî mezin e.
Cîhan di nava guherîneke bilez de ye, parastin gelekî zehmet bûye, her wiha bê dewlet mayîn roj bi roj metrsîdartir dibe. Li gel vê yekê jî bidestxistina her mafekî a bi şertê mikurhatina li nasnameya Kurdistanî xwedî girîngiyeke gelekî mezin e. Tewr her mafê ji vê kêmtir jî ji bo mana Kurdistanê û Kurdan girîng e.
Lê ya ku di bingehê de mirovê Kurd bihêz dike ew e ku di hiş, raman û kirina xwe de bibe Kurdistanî.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)

