Li gel berdewamiya nakokiyên li Yemenê yên 15 salan ên bi Hûsiyan re, hinek kes hene ku alîgirê wê yekê ne li şûna şerê bi wan re, wekî desthilata defakto miamele bi wan re were kirin; ji ber ku berê jî, bêyî liberçavgirtina nasname û îdeolojiya wan, miamele bi piraniya wan kesên ku desthilatdariya Senayê girtibûn destê xwe re hatibû kirin.
Ev dîtineke realîst e lê pirsgirêk bi xwe projeya Hûsiyan e. Ev kom bi têgeha dewletê re di nav nakokiyê de ye û reftarên wê jî nîşan didin ku li ser avakirina desthilata "koma xwe" rijd e, ne li ser ya dewletê. Hûsî dixwazin sûdê ji saman û dezgehên dewletê û ji naskirina aliyên din wergirin, di heman demê de jî wekî komek çek di destê wan de bimîne û li gorî pêwendî û girêdanên xwe yên derve şer bikin. Ji vê nêrînê, gihîştina desthilatê dibe amûrek ji bo bihêzkirina projeya komê.
Bûyerên sala 2013an û her du salên piştî wê, li ser Hûsiyan ceribandineke zelal bûn. Ew vexwendin Kongreya Diyalogê û wan peymannameya aştî û hevbeşiyê îmze kir ku tê de bi kursî û alîkariyên taybet ên ji bo Saadayê hatin xelatkirin, her wiha deriyê beşdariyê di desthilata bicihhêner de ji wan re hat vekirin. Daxwaz ew bû ku li hemberî beşdariya xwe, çekên xwe yên navîn û giran radestî saziyên dewletê bikin lê ev pêvajo bi destdanîna ser saziyên desthilatê, desteserkirina Serok Hadî, fesixkirina parlamentoyê û hwd bi dawî bû. Paşê wan saziyên dewletê daqurtandin û hemû alî li derve hiştin, lewma xwezayî bû ku şer di navbera Yemeniyan de derkeve. Piştî serdestbûna wê, dihat çaverêkirin ku ew bixwe bibe dewlet û dewlet jî bibe Hûsî lê vê yekê rû neda çimkî toreke çavdêran ava kir ku li kêleka postên fermî xwedî desthilateke rasteqîn a hevtewer bûn.
Tecrubeya duyem ew dem bû ku Serokê berê Elî Ebdulah Salih ji bo şirîkatiya di "hikûmetraniyê" de li gel wan tifaqek saz kir, di demekê de ku Salih li derveyî desthilatê bû û kontrola piraniya hêzên çekdar di destê wî de bû lê Salih jî di têgihiştina vê komê de şaşî kir û di encamê de sala 2017an li ser kolanekê hat kuştin. Dibe ku hinek kes bi wî awayî lê binêrin ku ev nakokiyek bûye li ser desthilatê û bi serdestiya Hûsiyan bi dawî bûye, lewma divê defakto bê qebûlkirin û miamele bi wan re were kirin.
Careke din, çima em realîst nebin û miameleyê bi wî aliyê ku niha desthilatdarê Senayê ye re nekin, wekî ku berê ji serdema Îmam Yehya ve heta bi Ebdulrehman Eryanî û heta Serok Elî Ebdulah Salih jî rû dida?
Di rastiyê de ev yek jî hat kirin û hat ceribandin lê Hûsî wekî komeke îdeolojîk razî nebû bibe dewlet û derxistina şerê li dijî cîrana xwe Siûdiyê û herêmê domand, beriya wê jî li dijî gelê Yemenê. Wekî rêxistineke çekdar a xwedî saziyên xwe yên hevtewer karê xwe domand, ne wekî dewletekê.
Ji vir berawirdkirine bi DAIŞ û Hizbullahê re derdikeve holê, wekî berawirdkirinekê di pêwendiya wan a bi dewletê re, tevî cudahiya bîrewerî û tecrubeyan. Rêxistina DAIŞê zelaltir bû çimkî hemû dewlet red kirin û hewl da xîlafeteke sînorderbasdar ava bike; dewleteke li gorî pîvanên baweriya xwe dixwest.
Hizbulahê modelek ava kir ku bi rêya hiştina hêzeke çekdar a serbixwe û dûrî lêpirsîn û kontrolê beşdarî saziyên dewletê bibe û wekî komekê dixebite ku merceiyeta wê derveyî ye.
Em nikarin bibêjin Hûsî dewleteke Yemenî ye, yan jî "Îmameta Hûsî ya Yemenî ye" wekî çawa modelên "Mutewekilî" an "Komarî" hebûn, ji ber ku Hûsî komeke peykera Îranê ye. Hûsî li Senayê heta astekê wekî DAIŞa li Mûsilê an Hizbulaha li başûrê Libnanê bû ku dewletek li gorî pîvanên bîreweriya xwe ava kiriye.
Gelo ev serhildêrî ji ber wê yekê ye ku ji aliyê cîranên wê û civaka navneteweyî derfet nedan Hûsiyan? Di rastiyê de tam berevajî bû; Amerîkî, Ewropî û Neteweyên Yekbûyî derfetek danê ku ti rêxistina çekdar a herêmê di xewna xwe de jî nedidît û Peymannameya Stockholmê hat da ku wê ji têkçûn û rûxînê rizgar bike. Ew hikûmetên Rojavayî yên ku nermî li hemberî wê nîşan da, di sivîlkirina wê û guhertina wê ya ber bi pergaleke asayî de bi ser neketin.
Paşê Riyadê, bi beşdariya Mesqetê û bi hevahengiya li gel nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê wê demê, hewl da Hûsiyan bikişîne da ku bi rêya peymana dûrketina ji şer bibe cîraneke aştîxwaz; ji bo vê jî mûçeyên karmendan hatin dayîn, balafirgeh û bendergeh ji bo wê hatin vekirin û şandeyek şandin "paytexta wê" (Sena) û li wir li gel wan rûniştin û serdana wan kirin, ev jî nîşana naskirineke siyasî ya mezin bû. Hûsiyan ev yek kir propagandeyeke mezin ji bo destkeftên siyasî û jiyanî û sûd jê wergirt.
Di dema hewldanên ji bo amadekirina Hûsiyan da ku bibe "dewleteke" cîran a rêzdar, di wê heyamê de li gel Îranê bi dizî ve mijûlî avakirina şiyana leşkerî ya êrişker bû, sala 2023yan bi dawî nebûbû ku dîsa vegeriya ser pêkanîna êrişên xwe wekî komeke çekdar a sînorderbezên.
Hûsî berevajî ya ku hinek lêkoler pê dihesin, wekîlekî din ê Îranê ye li herêmê, ne projeyeke asayî ya sîstema hikûmetraniya Yemenî ye. Cudahiyeke zelal di navbera hevalbend û peykerekê de heye; hevalbend ew e ku berjewendiyên wê bi berjewendiyên te re dibin yek lê peyker îradeya wê bi îradeya te ve girêdayî ye.
Çi qasî zanîna niyeta vê komê girîng be dema ku dest datîne ser dewleteke wekî Yemenê, ew qasî îdeolojiya wê ya tundrew ji bo me ne girîng e.
Evdulrehman Raşid, nivîskarekî ji Siûdiyê yê nêzîkî dîwana Şahê Siûdiyê ye û ev nivîs ji rojnameya "El-Şerq El-Ewsat"ê ya roja 17-10-2026an hatiye wergirtin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



