Strana Seydikî di jiyana min de cihekî taybet girtiye. Min ev stran cara ewil ji mamê xwe bihîst. Kurmamê min, ku hevalê min ê zarokatiyê bû, beşdarî refên gerîla bûbû. Mamê min gelekî ji kurê xwe hez dikir. Piştî ku lawê wî ji malê dûr ket, her sibeh ev stran digot.
Sal çûn û agahiya şahdeta kurê wî hat. Ji wê rojê pê ve, Strana Seydikî ji bo mamê min bû dengê keser, kovan û xemê wî. Bi çavên tijî rondikan û dilekî sotî, li ser lawê xwe yê bêgor ev stran digot.
Ji ber vê yekê, min meraq kir ku çîroka vê stranê bizanim û li pey serpêhatiya wê ketim. Di dawiyê de, Mela Evdirehman Acar serpêhatiya stranê ji min re vegot. Mela Evdirehman 80 salî ye û ji wêjeya Kurdî ya devkî têr û tejî ye. Min li Wanê, li mala wî, serpêhatiya Strana Seydikî tomar kir.
Ji Mela Evdirehman re spasdar im. Wî ne tenê çîroka stranê ji min re vegot; parçeyek ji bîranîna gelê me ji mirinê rizgar kir. Ji ber ku hin stran tenê nayên gotin; ew ji bo ku kes û bîranîn neyên jibîrkirin tên gotin.
SEYDIK
Ev bûyera dilsoj şîna dayikekê ye li ser kurê wê ku kurê wê zavayê salê yê sê rojî ye. Li gorî hin dengbêjan, ev bûyer li Çiyayê Bilmezanê qewimîye. Li gorî hinekan jî li Rojava, li dor Çiyayê Evdilezîzê çêbûye. Çiyayê Evdilezîzê ketiye rojavayê bajarê Hesekê. Wek gundî ji gundekî navê Ekrê derbas dibe. Seydik wekî çardeh salî tê nîşandan. Xwestiya wî dotmama wî ye. Dibêjin wekî horiyek ji nava bihiştê ye, ew qasî xweşik û delal e.
Seydik xortekî çeleng, bi edeb, rêzdar, zîrek, hunerhez, bilûrvan, kewgirvan û nêçîrvan e. Bavê Seydik sê roj û sê şevan daweta kurê xwe dike. Pereyekî gelek zêde di ber daweta Seydik de dide.
Gelek eşîr û hozên cînarên gundê wan gazî daweta kurê xwe dike. Roja sê, çaran, bavê Seydik dibêje kevaniya malê: “Sibê zû min rake, ez ê herim nêçîra xezalan.” Dayik û bavê Seydik vê axiftinê di nava xwe de dikin. Lê Seydik vê gotina bavê xwe dibihîze.
Ew bi xwe jî nêçîrvanekî zîrek e. Li ber destê bavê xwe hîn bûye nêçîrvaniyê.
Hêj bavê wî ji xew ranebûye, diçe cihê nêçîrê.
Di hin çîrokan de jî dibêje: Diya Seydik kor bibe.
Sibehê zû, diya Seydik dest avêt cer û misînê ku here li ser kaniya gundî ya li jêr. Dibîne birek pezkûvî li ser kaniyê diçêrîn. Dayika ji felekê bêagah naçe kaniyê. Tê ji kûlfeta xwe re dibêje.
Rabe. Li ser kaniyê birek pezkûvî diçêrîn. Ka tu tedbîrekê nakî? Yan çarekê nakî?
Seydik dema diçû nêçîrê, postekî wî yê nêrî yê kûvî hebû. Ev post di nêçîran de bi kar dianî da ku nêçîr nêzîkahiyê lê bike û ew bi hêsanî nêçîra xwe bigire. Seydik diçe cihê borîna kûviyan. Li hêlanê zêrebayê û xwe ji bo nêçîrê hazir dike. Postê nêriyê kûvî li xwe dike û xwe wekî kûviyekî bêdeng di kozika xwe de veşêre. Û li hêviya hatina nêriyên kûvî dimîne. Lê felekê kofiyeka reş li dor serê xwe badaye û li hêviya nêçîra nêçîrvanê can û cîwanê xwe hilaye. Bavê Seydikî jî berê xwe dide heman cihî. Ew cihê pêşiya niha dehan caran lê kozik vedane. Dem dema sibê zû ye, şefeq e. Hêj tîrêjên rojê xwe neavêtine serê kom û kilozê çêl û çiyayan. Bav kozika xwe çêdike. Li derdora xwe dinêre, çi mêze dike. Hêj ji dûr ve nêriyekî şaxberdayî. Wekî karî xezalan spehî li asegehê mexel hatiye. Bav ji dûr ve sêrekê bi çeka xwe lê digere û dest diavêje qeftika tifengê û têliyê xwe dide tetîkê. Li gor xwe nêriyê kûviyî şaxberdayî ji xwe re dike nêçîr. Lê nedizanî ku heta sax e kulek li ser kula da ser can û cesedê xwe û yê da ne li ser dilê guhdarê xwe jî. Bavê Seydikî ji bo serjêkirina nêçîra xwe diçe li ser kêlaşê nêriyê kûviyê şaxberdayî. Lê çi bibîne, çi bînêre! Kurê wî di nava xwînê de maye û xwîn wekî avê diherike. Dibêje ji xwe re sed carî malik neava. Te mala xwe bi destê xwe wêran û mîrat e kir. Dike hawar û qîrî û dinale. Bi vî awayî dinale:
“Şal û şepik ji bergîzê van nêriyano. Dayika ketiye serê van riyano. Babikê te kor be ji her du çavano. Heta qîrê qiyametê tîfenga berdaye te, li tîfenga xwe pûşmano. De lawê mino, heyy heyy! Sibê ye, ji êvara Xwedê ve ye, dilikê minê kilkilî. Dayika te ketiye serê van riyano. Babikê te kor be ji her du çavano. Heta qîrê qiyametê tîfenga berdaye te, ji tîfenga xwe pûşmano. De lawê mino, Seydiko, ha Seydiko, ez ê xupanê Ekrayê diketim, wa bi gûmbet e. Ez ê li sûka Zaxokê dinêrime, de lê digerim hezar û pênsed milet e. Taxikek Zaxo eşîr e, de ax babo, yek rayet e. Dîtina min, Seydiko, mala minê bûye roja qiyametê. Wey, lawê mino, Seydiko, Seydevano, bîlûrbêjo, tembûrvano, tîfençîyo, nêçîrvano. Şal û şepik ji bergîzên van nêriyano. Dayika te ketiye serê van riyano. Babikê te kor be ji her du çavano. Heta qîrê qiyametê tîfenga berdaye te, ji tîfenga xwe pûşmano.
De lawê mino, xanikê Seydikê minê li pişta cihû. Xanikê delalê dilê minê li pişta cihû, îro serê sê şev û sê rojan e Seydikê min zava ye. Hûn ê bibînin vê serşoyê. Delalê dilê min zava ye. Hûn ê bibînin vê serşoyê. Weyla mino, Seydiko, Seydevano, bîlûrbêjo, tembûrvano, tîfençîyo, nêçîrvano. Şal û şepik ji bergîzên van nêriyano. Dayika te ketiye serê van riyano. Babikê te kor be ji her du çavano. Heta qîrê qiyametê tîfenga berdaye te, ji tîfenga xwe pûşmano.
De lawê mino, xanikê Seydikê mino li pişt mizgeftê. Xanikê delalê dilê minê li pişt mizgeftê, mezelik tê da ye li aliyê vê qulbetê. Dotmama reben tê da rûniştiye. Di mîne horiya cinetê. Sed pîroz be, çi qas cilên bûkaniyê li wê bejnê tên. Sed pîroz be, çi qas cilên bûkaniyê li wê bêjnê tên. Weyla wê mino, bîlûrbêjo, tembûrvano, tîfençîyo, nêçîrvano. Şal û şepik ji bergîzên van nêriyano. Dayika te ketiye serê van riyano. Babikê te kor be ji her du çavano. Heta qîrê qiyametê tîfeng berdaye te, ji tîfenga xwe pûşmano.”
TEBÎNÎ: Ev nivîs bi tevahî ji lêkolînên li qadê yên Mehmet GUR pêk tê. Nabe bêyî destûra nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin.
.jpg&w=3840&q=75)


