Sala par bi parvekirina klîbeke di Kurd Archiveyê de, min
xwediya dengekî ku ez bûm heyrana wê, nas kir. Xwediya vî dengî bi navê xwe yê kod Dilar lê bi navê xwe yê rastî Turkan Îpek e. Tê zanîn piştî salên 80yî li Bakur
gelek stranbêjên nû derketin. Helbet beriya vê serdemê jî gelek stranbêjên me
yên navdar hebûn lê ji ber rewşa siyasî xebatên hevkar an jî komî bal
dikişandin û ji aliyê gel ve dihatin şopandin.
Koma Berxwedan jî ji van koman e û bi salan wekî navendeke
hunerî û zimanî derket pêş û bi dehan endamên wê di Huner-Komê de xizmetên wisa
kirin ku ti car nayên jibirkirin. Komê helbet li ser terz û eslê muzîka Kurdî
kar dikir û ji aliyê gelek muzîkjenên xwedî kalîte û hilberîner ve dihate
birêvebirin. Kom piştî qedexeyên demdirêj ava bûbû, xebatên xwe germegerm bi
girseyan re parve dikirin û muzîka xwe wekî eniyeke şer pêşkêş dikirin. Gelek
stranbêjên Koma Berxwedanê bi deng, berhem û stranên xwe banga hişyarbûna
neteweyî dikirin. Wê demê, berovajî îro, ji dîtin û dîmenan zêdetir deng û
naveroka kilaman girîng bû.
Jixwe piyaseya muzîka Kurdî pir teng bû; kaset an jî albûmên
hunermendên Kurd piranî ji hev dihatin kopîkirin û kesî wêneyên hunermendan
nedidîtin. Yên wekî Şivan, Alî Baran, Aram, Eyşe Şan û Nizamettîn Ariç bi yek
wêneyî li ser bergê albûman cih digirtin lê ji bo Koma Berxwedanê ev jî ne hêsan
bû. Albûmên wan bi sembolên rêxistinê derdiketin û eger bergê albûmê hebûya,
ew jî bi navê Komê û bi wêneyên endaman derdiket. Guhdaran xwediyê stranan
di serê xwe de xeyal dikir û bi jiberkirina kilaman ew bi nav dikir. Ango deng
dibû rû, karakter, îmze, rûmet û hezkirin.
Piştî ku li Bakur siyaset û medyaya Kurdî hinekî bi pêş ket,
me xwediyê hinek dengan di ekranan de dîtin û ew ji hev cuda kirin.
Zozan, Xelîl Xemgîn, Xemgîn Bîrhat û Serdar ji wan çend endamên Koma Berxwedanê
ne. Mixabin ev naskirina dereng, hîn jî ji bo hemû xebatkarên Komê derbasdar nîne.
Piraniya endamên komê yên wan salan şehîd ketin û yek ji wan hîn jî girtî ye.
Belê, ji wê koma ku bi dehan hunermendên gazî û şehîd derxistine, girtiyek jî
heye. Ew girtî jî Dilar, yanî Turkan Îpek e.
Turkan Îpek ji wan malbatên me ye ku çûne Almanyayê ye û li
wir perwerde dîtiye. Turkan di ciwaniya xwe de ji ber xweşikbûna dengê xwe
tevlî xebatên çandê yên li diyasporayê dibe û di Koma Berxwedanê de bi kesên
wekî Mizgîn, Zozan, Seyîdxan, Şehîd Çiya û Sefkan re bi awayekî profesyonel kar
dike. Di albûmên komê de bi kilamên populer ên wekî “Ala Rengîn”, “Zozan Zozan”
û “Gul Gulî Ha Gulgulî” û çendîn din cih digire. Jixwe ya ku Dilarê ji hezar
kîlometreyan dûr ve bi me dide hezkirin jî ev stranên wê yên bijarte ne.
Ya rastî heta Çiriya Pêşîn a 2025an jî min tenê dengê wê nas
dikir û wekî gelek kesan min nedizanî ku ew jî şehîd ketiye an na. Bi
parvekirina Kurd Archiveyê û kilama wê ya bi navê “De Gidî, De Gidî Xana Min”,
ez hîn bûm ku navê wê Turkan Îpek e. Paşê di lêkolîneke biçûk de min bihîst ku
ew di zindanên Tirkiyeyê de girtî ye (girtîgeha herî dawî Gebze ye) û pişt re
li ser vê rewşê min di Nûpel Onlinê de gotarek jî nivîsî. Çîroka Turkan Îpekê
wekî ya gelek ciwanên wê çaxê di navbera Ewropa, Beka û qadên şer ên li Bakurê
Kurdistanê de derbas dibe û bi ketina zindanê re derbasî qonaxeke din dibe.
Dilar ji sala 1991ê û vir ve, ango 35 sal e girtî ye û cezayê
heta-hetayê lê hatiye birîn. Helbet bi hezaran keç û xortên Kurdan di
girtîgehên Tirkiyeyê de ne û heta vê gavê jî ji bo rewşa wan ti efû an jî
kêmkirina cezayê ne di rojevê de ye. Heta bi dehan girtiyên nexweş ên giran hîn
di hundir de ne; Demîrtaş û çend hunermendên din jî di nav van girtiyan de ne.
Bêguman di 35 salan de bi dehan dewlet ava bûn, sînor guherîn, rejîm hilweşiyan,
bi mîlyonan mirov hatin rûyê dinyayê û dîsa ewqas jî mirin. Di huner û çandê de
veguherînên bêhejmar hatin jiyîn. Kurdistan jî guherî: Başûr pergaleke federal
îlan kir, Kurdan li Bakur hinek şaredarî û rêjeyeke ji parlamentoyê bi dest
xistin û mijara Rojavayê li jiyana me zêde bû.
Heta Koma Berxwedana ku nêzîkî 20 salan raman û hestên me
kemilandin, nîvî nîvî belav bû û hinek endamên wê yên bi şans albûmên şexsî
derxistin û car caran konser jî li dar dixin. Mixabin di nav van qeyran û
guhertinan de, Dilarê û yên wekî wê salên xwe yên zêrîn di girtîgehan de derbas
kirin û dikin. Cîhana medya û çanda me rojekê jî behsa girtîbûna Dilarê nekir û
hîn jî nake.
Gelo ev edalet e ku hunermendeke me 35 salan girtî be û
ewqas heval û sazî hebin lê kesek rojekê jî ji bo wê konserekê çêneke û rewşa
wê neyîne rojevê? Gelo piştgirî, rojên îmzeyê û kampanyayên azadiyê li gorî
kîjan taybetmendiyê tên rojevê?
Dilar jî rûmetên wekî rojên îmzeyê an jî konserên piştgiriyê
heq nake?
Mixabin wekî ku xuya dike, Dilar û bi hezaran girtiyên Kurd
wê saleke din jî di zindanan de derbas bikin.
Gelo 35 salên din li pêşiya Dilarê û girtiyên din hene?
Kî biryara mafê jiyanê û azadiyê dide?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora
Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)


.jpg&w=3840&q=75)