Karox Xoşnaw
Hêza nerm rêgezeke girîng û kartêker a dîplomasiya hevdem û cîhana dîplomatîk a îro ro ye. Her aktorekî siyasî yê dewletî û nedewletî dikare bi rêya hêza nerm û rêyên dîplomatîk ên modern xasma diyalog û serdan, berjewendiyên welat û gelê xwe biparêze û statûya dîplomatîk û yasayî ya welat an herêma xwe bilind bike. Bi taybetî dîplomasiya di navbera herêm û desthilatên federal de li welatên federal û civakên cihêreng.
Serdana vê dawiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê di vê dema nazik de herî girîng bû, ji ber ku Herêma Kurdistanê aniha di qonaxeke aborî û siyasî ya pir dijwar re derbas dibe.
Tê çaverêkirin ku ev pêngava birêz Nêçîrvan Barzanî deriyê xêrê û qonaxeke nû ya peywendiyên dîplomatîk li ber Herêma Kurdistanê veke.
Bi taybetî ji ber ku Bexda navenda desthilat, siyaset û pêwendiyên dîplomatîk li gel cîhana derve ye, Herêma Kurdistanê dikare bi rêya wê pirsgirêkên xwe pê re çareser bike, herwiha pêwendiyeke bibandortir bi civaka cîhanî ya dîplomatîk re bi pêş bixe.
Ev yek jî dikare bi rêya kesayeteke nerm û xwedî xwezayeke dîplomatîk a taybet fena Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî sergihayî bibe.
Di vê çarçoveyê de, civîn û hevdîtinên berfireh û piralî yên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel hemû aliyên di qada siyasî ya Îraqê de, wekî kilîda çareserkirina pirsgirêkên asêmayî û herdemî tên dîtin. Bi taybetî jî seba derbaskirina vê qonaxa dijwar û bidestxistina çareseriyeke radîkal ji bo pirsgirêkan, di serî de jî mijara mûçeyên karmendan, sererastkirina budceya Îraqê, hinartina petrola Herêma Kurdistanê, êrişên dronan û mijarên ewlekarî û jeopolîtîk.
Ji ber vê çendê, pêwîst û girîng e ku em balê bibin ser dîplomasî û hêza nerm a Serokê Herêma Kurdistanê, wekî cureyekî dîplomasiya hevseng.
Dîplomasiya hevseng stratejî ye, armanca wê domandina balans û hevsengiya di navbera çend welat, hevalbend û dijber û aktorên rasterast û nerasterast de ye.
Ev stratejî ji aliyê hin welatên pêşketî yên cîhanê ve li ser bingeha berjewendî û prensîbên hevpar tê meşandin.
Serok Nêçîrvan Barzanî jî hewl dide ku heman stratejiyê pêk bîne, di wê wateyê de ku hewl dide stratejiya dîplomasiya hevseng li ser hîmê berjewendiyên hevbeş bide meşandin.
Ev stratejî, mebest stratejiya dîplomasiya hevseng di qonaxên niha û paşerojê de jî stratejiya herî baş e ji bo parastina pêgeh û statûya siyasî, dîplomasî, aborî, leşkerî û ewlehî ya Herêma Kurdistanê, herwisa seba pêşxistineke mezintir a Herêma Kurdistanê.
Pêwîstiya parastina Herêma Kurdistanê bi parastina hevsengiya navxweyî û herêmî heye.
Pirsên ewlehî, aramî û bazarê ne tenê di destê desthilata xwecihî de ne lê di heman demê de rehendeke wan a herêmî û jeopolîtîk jî heye.
Berfirehkirina beşdariyê, vebûna siyasî, aborî, bazar û bazirganî, afirandina derfetan, prensîbên rêveberiya baş û rola qanûn û saziyên nûjen hîmên aramî û geşbûnê ne. Ji bo berdewamiya ewlehî, aramî û pêşketinê bêguman divê şert û mercên binesaziya navxweyî hebin û bên avakirin.
Rola Serok Nêçîrvan Barzanî di parastina vê hevsengiya navxweyî û herêmî de zelal û eşkere ye. Di gelek helwestên cuda cuda de, bi rêya pêwendiyên xwe yên dorfireh û cihêreng û tevgerên xwe yên dîplomatîk, karîbû fişarên welatên herêmê û tewra Bexdayê jî li ser Herêma Kurdistanê kêm bike û pencereyekê seba derketina ji rewşên xitimî bibîne.
Ji bilî qonaxa niha, dibe ku mînaka herî zelal rewşa ku piştî referandûma sala 2017an a serxwebûna Herêma Kurdistanê derket holê be.
Herçend giştpirsî lêgera mafekî xwerû yê gelê Herêma Kurdistanê bû lê belê zextên qonaxa piştî wê yên Bexdayê û welatên deverê jî li ser Herêma Kurdistanê ewqasî gelek bûn ku wan bandor li ser jiyana xelkê kir û tirs xist dilê şêniyên Herêma Kurdistanê.
Di wê dema hestyar de, Serok Nêçîrvan Barzanî bi dûrbînî û xwendina xwe ya rastbîn ji rewşa niha û wê çaxê re, dest bi tevgerên xwe yên bibandor kir û bi rêya çend rêwîtî û hewlên dîplomatîk, roleke girîng di kêmkirina fişarên li ser Herêma Kurdistanê û derbaskirina vê qonaxeke hestyar ber bi qonaxeke din ve gerand ku bi vî awayî jî piştrastiyeke zêdetir da gelê Herêma Kurdistanê.
Serok Nêçîrvan dema dest bi karê xwe kir, di axaftina xwe ya destpêkê de wiha got, "Erka Serokê Herêma Kurdistanê ye ku divê rê xweş bike û bingeha nêzîkkirina Herêma Kurdistanê bi cînaran re deyne ji bo pêşxistina aborî, bazirganî û xurtkirina têkiliyên dîplomatîk û dîtina çareseriyên hevpar ji bo arîşe û berjewendiyên hevpar.
Kiryarên bi vî rengî ti carî ji bo Îraqê nabin metirsî, li şûnê dibin sedema xurtkirina dostanî û têkiliyên cînartiyê bi Îraqiyan re.
Parastin û geşedana têkiliyên Herêma Kurdistanê bi dost û hêzên navdewletî re ku mayîn û aramiya Herêma Kurdistanê dixwazin û di berjewendiya xwe de dibînin, delameta li ser milê Serokê Herêma Kurdistanê ye.
Em tev dizanin ku bêyî alîkarî, hevahengî û bihawarhatina hêzên navdewletî, DAIŞê dikarîbû zerereke pir mezintir bigihîne Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê jî."
Niha divê em careke din bînin bîra xwe ku hêza nerm, dîplomasiya hevdem û xwerista dîplomasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dergehekî girîng e ji bo bihêzkirina prensîbên mayîna Herêma Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêkan û veguhertina gefan bo derfetan, bi taybetî li gel hikûmeta navendî û Bexdayê.
Divê em ji bîr nekin jî ku Hewlêr û Bexda du aktorên sereke yên dewleta Îraqê ya piştî sala 2003yan û Îraqa nû ne.
Herwiha divê em ji bîr nekin ku niha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi hêza nerm û dîplomasiya xwe ya taybet serokatiya zerengiya Herêma Kurdistanê dike.



