Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) dibêje: “Em cezayê tawanekî dikşînin ku me nekiriye, ew jî terora aborî ye.” Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ligel hevjîna xwe Selvî, mijara birçîbûna xwendekaran xist rojevê û got: “Krîza aborî zerar gihandiye me hemûyan, em gelekî hejar bûne. Êdî ev ji hejariyê derketiye, em rûbirûyê tundûtûjiya aborî bûne, navê vê zilm e.”
Kiliçdaroglu di peyama xwe de dibêje: “Em hemû cezayê tawanekî dikşînin ku me nekiriye, ew jî terora aborî ye. Ev core hejariyê, xirabtirîn core terorê ye ku hejariya zarokan e û di asteke gelekî metirsîdar de ye. Beşek ji zarokên me bi zikê birçî radizên. Ligel mamosteyan axifîm, ji min re gotin: `Di çendeyên hinek xwendekaran de nanê hişk û av heye. Hinek zarok di dema nanxwarinê de xwe ji hevalên xwe vedişêrin, beşek ji nêza ji hişê xwe diçin.` Beşek ji bavên xwendekaran bi deyn nan û penîr dikirin.”
Serokê CHPê tekez dike ku divê tiştek bê kirin û dibêje: “Êdî berevajiya hejariyê ne dewlemendî ye, lê dadmendî ye. Ew dadmendiya ku zarok jê hatine bêparkirin. Projeyasaya dana firavîna bê beramber bo zarokên me li dibistanan pêşkêşî parlamentoyê hat kirin. Ev projeyasaya me bi dengên AKP û MHPê hat redkirin. Zarokên birçî çawa bibin qurbanê siyasetê? Bi çi wîjdanekî bo redkirinê dengê xwe bilind kirin? Destên xwe bo birçîkirina zarokên birçî û bê tawan bilind kirin.”
Kiliçdaroglu amaje bi wê yekê da ku desthilatê werdigrin, xwarina firavênê ya xwendekarên seretayî bê beramber dikin û projeyê dixin carê cîbicîhkirinê û got: “Lê niha rewş neçarî ye û nikarin rojeke din çaverê bikin, di vê qonaxê de şaredariyên me li Beylikduz, Îzmit, Çankaya û Safranbolu dest bi dana cemek xwarina bê beramber bo zarokên me yên çavgeş kirine. Zarokên me yên hejar êdî xwe venaşêrin, ew jî têr dibin û çanteyên wan tejî xwarin dibe. Daxwazê ji karsaz û xêrxwazan dikim, tika ye hevkariya şaredariyên me bikin.”
Di dawiya peyama xwe de Kiliçdaroglu got: “Herî zêde şeş heft meh mane desthilatê bidest bixin, lê rojek jî bo zarokên me zêde ye, lewra em destpê dikin û nahêlin êdî zarokên me birçî bimînin.”
Bir insan neden yoksul evlatlarımızın beslenme çantasını reddeder, inanın aklım almıyor! Yapacak bir şey yok, acı ve ıstıraplarının üstesinden gelme mücadelesine kendi başımıza devam edeceğiz. pic.twitter.com/7O8hwqMEuf
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) November 26, 2022




