Hewlêr (Rûdaw) - Tîma nû ya Lîga Super Amedsporê ji bo rahêneriyê bi Besnik Hasi re li hev kir ku herî dawî ji tîma Belçîkayê Anderlechtê veqetiyabû.
Amedsporê li ser peymana nû daxuyaniyek belav kir û da zanîn:
“Kluba me bi rahêner Besnik Hasi re ji bo serdemên 2026/2027 û 2027/2028an peymanek îmze kir.
Em bixêrhatina rahênerê me Besnik Hasi ya li malbata Amedsporê dikin û di erkê wî de serkeftinê dixwazin.”
Tê çaverêkirin ku rahêner Besnik Hasi di demeke nêzîk de biçe Amedê û peymana fermî îmze bike.
Besnik Hasi kî ye?
Besnik Hasi 29ê Kanûna Pêşîn a 1971ê li bajarê Yakovayê yê Kosovoyê ji dayîk bûye.
Rahênerê bi tecrube bi eslê xwe Alban/Arnawid e.
Hasi di kariyera xwe ya futbolê de di pozîsyona lîberoya pêş de lîstiye.
Wî 43 caran formaya Tîma Neteweyî ya Arnawidistanê li xwe kiriye û 2 gol avêtine.
Hasi beşeke mezin a kariyera xwe ya futbolê li Belçîkayê derbas kir û herî zêde di tîma Anderlechtê de lîst.
Wî her wiha di tîma Cercle Bruggeyê de jî lîst û sala 2008an dev ji futbolê berda.
Besnik Hasi di tîma Anderlecht U19ê de dest bi kariyera xwe ya rahêneriyê kir û sala 2014an bû rahênerê tîma Anderlechtê.
Wî di dema xwe ya ewil a rahêneriyê de di sezona 2013-2014an de bi tîma xwe re bû şampiyonê Lîga Super a Belçîkayê û Kupaya Super a Belçîkayê bir mala xwe.
Hasi heta niha di van tîman de xebitiye:
· Anderlecht (2014-2016, 2025-2026): Di 119 maçan de navîniya 1,85 puanî bi dest xist û carekê bû şampiyonê lîgê.
· Legiya Varşova (2016)
· Olympiakos (2017)
· Al-Raed (2018-2021): 97 maç
· Al-Ahli (2021-2022)
· KV Mechelen (2023-2025): 56 maç
Besnik Hasiyê ku xwediyê Lîsansa Pro ya UEFAyê ye, bi pergalên xwe yên lîstikê tê naskirin.
Rahênerê bi tecrube herî dawî li Anderlechtê dixebitî û 1ê Sibatê ji wê tîmê veqetiya.


.jpg&w=3840&q=75)

