Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê, di maça xwe ya ewil a Koma Dyê ya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de li hemberî Awistralyayê 2-0 têk çû.
Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê û Awistralya li bajarê Vancouverê yê Kanadayê hatin pêşberî hev.
Nîvê ewil bi golekê bi dawî bû
Awistralya xuleka 27an bi gola Nestory Irankunda 1-0 ket pêş.
Nîvê yekem ê maçê bi vê encamê bi dawî bû.
Di nîvê duyem de jî Awistralyayê gola xwe ya duyem dît.
Lîstikvanê Awistralyayê Connor Metcalfe xuleka 75an ji derveyî qada cezayê bi tundî li gogê xist û gog şand nav toran.
Maç bi vê golê 2-0 bi dawî bû û Awistralyayê 3 puan berdan bin berîkê.




