کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Denîz Undav / Wêne: Torên civakî

Denîz Undav / Wêne: Torên civakî

Werziş

Şêrê Kurdan Denîz Undav Almanya bi ser xist

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê
Werziş17-11-2026

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû
Werziş16-11-2026

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin
Werziş11-11-2026

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Neteweyî ya Almanyayê bi awayekî fermî gihîştina qonaxa 32yan a Kupaya Cîhanê ya 2026an bi golên Denîz Undavê Kurd misoger kir.

Kupaya Cîhanê ya 2026an li Amerîka, Kanada û Meksîkayê tê lidarxistin.

Tîma Almanyayê bi rahêneriya Julian Nagelsmann serkeftina xwe ya duyem a li ser hev tomar kir.

Almanyayê di maça yekem de bi encama 7-1 zora Curaçaoyê biribû.

Bi vê serkeftinê re Almanyayê puanên xwe derxistin 6an û di koma xwe de bû lîder.

Almanyayê piştî Kupaya Cîhanê ya 2014an ku tê de bûbû şampiyon, cara yekem qonaxa koman derbas kir.

Undavê Kurd bi hawara tîma xwe ve gihîşt

Nîva yekem a maça dijwar a Almanyayê ya li hemberî Ivory Coastê, bi gola Franck Kessie ya di xuleka 30yî de 1-0 bi dawî bû lê guhertineke Nagelsmann hevsengiya maçê guhert.

Di xuleka 60î de, Nagelsmann biryar da ku Jamal Musiala ji lîstikê derxe û lîstikvanê Kurd Denîz Undav bixe maçê.

Undav tenê piştî 8 xulekan di xuleka 68an de gola wekheviyê ya Almanyayê avêt.

Dema ku maç ber bi dawiyê ve diçû, Denîz Undav careke din derket pêş û xuleka 90+4an gola serkeftinê tomar kir.

Bi vê golê wî dilê alîgirên Almanyayê xweş kir û serkeftina welatê xwe misoger kir.

Ji bilî serkeftinê, ev maç ji bo qelevan Manuel Neuer jî bûyereke dîrokî bû.

Neuer di Kupaya Cîhanê de maça xwe ya 21ê lîst.

Bi vê yekê Neuer rekora Hugo Llorisê Fransiz şikand û bû qelevanê ku di dîroka Kupaya Cîhanê de herî zêde lîstiye.

Pirsên