کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Erce Kardeşler / Wêne: Arşîv

Erce Kardeşler / Wêne: Arşîv

Werziş

Kaptan Erce Kardeşler xatir ji Amedsporê xwest

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

23-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

23-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê
Werziş17-11-2026

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû
Werziş16-11-2026

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin
Werziş11-11-2026

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Kaptanê Amedsporê Erce Kardeşler bi peyameke xatirxwestinê ragihand ku ew ji Amedsporê veqetiyaye.

Kaptan Erce Kardeşler sezona borî bi formaya Amedsporê performanseke serkeftî nîşan dabû.

Lîstikvanê serkeftî bi peyamekê xatir ji kulûba xwe xwest.

"Min mirovên gelekî hêja nas kirin"

Erce Kardeşler li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama veqetînê belav kir.

Kardeşler diyar kir ku wî li Amedê ne tenê futbol lîstiye, di heman demê de dostaniyên hêja jî bi dest xistine û got:

“Di dema xwe ya li vir de min tenê li qadê têkoşîn nekir. Min bajarekî xweş nas kir û min mirovên gelekî hêja nas kirin.

Min bîranînên ku ez dê ti carî ji bîr nekim kom kirin. Ez dê dilpakiya Amedê û hezkirina mirovên wî bajarî her tim bi xweşî bi bîr bînim."

"Hêviya serkeftinê ya li Super Lîgê"

Kardeşler di peyama xwe de spasiya birêvebirên kulûbê, desteya teknîkî, hevalên xwe yên tîmê û alîgiran kir û wiha pê de çû:

“Ez spasiya birêvebirên me, rahênerên xwe, hevalên xwe yên tîmê, xebatkarên kulûbê û alîgirên me dikim ku her tim bi me re bûn.

Dema ez ji vê derê diçim, ez dostaniyan, bîranînên xweş û çîrokeke gelekî taybet a ku me bi hev re nivîsiye li pey xwe dihêlim.

Ez ji dil spasiya vî bajarê xweş û her kesî dikim. Ez ji bo Amedsporê li Lîga Super sezoneke tije serkeftin dixwazim."

Daxuyaniya Amedsporê

Amedsporê jî li ser veqetîna Kardeşler daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Amedsporê de ev hatin gotin:

“Spas Kaptan! Piştî lihevkirina her du aliyan rêya me û kaptanê me Erce Kardeşler ji hev cuda bû.

Ji bo ked, piştgirî û fedakariya ku wî di bin formaya Amedsporê de daye kulûba me, em spasiya wî dikin û em jê re serkeftinê dixwazin.”

Pirsên