Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedsporê di çarçoveya planên xwe yên kadroya sezona 2026-2027an de 2 lîstikvanên nû tevlî tîma xwe kirin.
Amedsporê ragihand ku wan bi lîstikvanên bi navê Ermal Krasniqi û David Bates re peyman îmze kiriye.
Ermal Krasniqi tevlî hêla êrişê bû
Amedsporê eşkere kir ku wan bi lîstikvanê baskê rastê Ermal Krasniqi re peymaneke 2+1 salî îmze kiriye.
Tîma Bakurê Kurdistanê li ser transferkirina Krasniqi bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Amedsporê destnîşan kir, "Em bawer dikin ku Ermal Krasniqi bi lez, kapasîteya xwe ya teknîk û çalakiya xwe ya di êrişê de dê tevkariyeke girîng bide tîma me."
David Bates di hêla parastinê de ye
Amedsporê her wiha ji bo bihêzkirina hêla xwe ya parastinê gava duyemîn jî avêt.
Amedsporê diyar kir ku wan bi stoper David Bates re jî peymaneke 2+1 salî îmze kiriye.
Tîmê bixêrhatin da her du lîstikvanan û hêvî kir ku ew di bin formayê Amedsporê de sezoneke tijî serkeftin derbas bikin.




