Hewlêr (Rûdaw) - Boksorê Kurd Agît Kabayel li ser biryara Oleksandr Usyk a danîna kemberên giran û ragihandina maça xatirxwestinê peyamek belav kir.
Hevrikê kevn ê Oleksandr Usyk, Agît Kabayel li ser biryara şampiyonê Ukraynayî ya danîna kemberên giran axivî.
Usyk û Kabayel demeke dirêj bû ku ji bo maçeke gengaz a li hemberî hev dihatin nîşandan lê belê piştî biryara dawî ya Usyk, xuya ye ku ev maça boksa giran pêk nayê.
Oleksandr Usyk kemberên xwe yên WBA, WBC û IBFyê danîn û ragihand ku maça wî ya bê dê bibe "reqsa dawî" û piştî wê dê xatir ji boksa profesyonel bixwaze.
Kabayel: Usyk nîşan da ku ew şampiyonekî rasteqîn e
Boksorê Kurd Agît Kabayelê 33 salî ku şampiyonê demkî yê WBCyê ye, ji bo Usykê 39 salî peyamek belav kir.
Kabayel li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyên rûbirûbûna xwe ya bi Usyk re parve kirin ku piştî serkeftina Usyk a li hemberî Rico Verhoeven hatibûn girtin.
Kabayel di daxuyaniya xwe de got:
"Şampiyonekî rasteqîn bi tevgerên xwe yên li nav qadê û li derveyî qadê tê naskirin.
Usyk gihîşt her tiştê ku dikaribû bi dest bixe û bi şerê li dijî boksorên herî baş mezinahiya xwe îsbat kir.
Bi danîna kemberan careke din kalîteya xwe nîşan da.
Ew nabe asteng ji bo dabeşê, berovajî vê rê dide nifşê nû.
Helbet min dixwest rojekê bi wî re di nav qadê de bim lê ji bo her tiştê ku wî bi dest xistiye tenê rêza min heye."
Rêya Agît Kabayel a ber bi şampiyoniyê ve vedibe
Agît Kabayel diyar kir ku ew hêvî dike di maça dawî ya Usyk de amade be ku rêzê li tecrubeya wî ya mezin bigire.
Boksorê Kurd her wiha bi henekî amaje pê kir ku êdî rêya wî ya ber bi şampiyoniya tam a WBCyê ve zelaltir bûye çimkî êdî pêwîst nake ew li benda maça Usyk bimîne.
Kabayel destnîşan kir ku ew amade ye bibe serwerê nû yê dabeşa boksa giran û di peyama xwe de taga serokê WBCyê Mauricio Sulaiman jî bi kar anî.




