Hewlêr (Rûdaw) - Di Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de qonaxa koman bi dawî bû. Piştî maçên dawî tîmên ku derbasî tura 32yan bûne diyar bûn.
Tîmên wekî Îngilistan, Xirwatistan, Kolombiya, Portugal û Komara Kongoya Demokratîk ji komên xwe derketin, Panama, Gana û Ozbekistanê jî xatir ji turnuvayê xwest.
Di Koma Lyê de Îngilistanê tîma Panamaya 2-0 têk bir û bi 7 puanan bû lîdera komê û derbasî tura 32yan bû.
Nîvê yekem ê maçê bê gol bi dawî bû. Jude Bellingham xuleka 62yan Îngilistan bi pêş xist.
Harry Kane jî xuleka 67an bi serê xwe ferq derxist 2yan.
Panama bêyî ku puanekê jî bistîne ji turnuvayê veqetiya.
Xirwatistanê di xuleka dawî de bir
Di maça din a Koma Lyê de Xirwatistan û Gana hatin pêşberî hev.
Xirwatistanê bi encama 2-1 zora Ganayê bir.
Gola serkeftinê ya Xirwatistanê di xulekên zêdekirî de hat.
Bi vê encamê Xirwatistan di komê de bû duyem û derbasî tura 32yan bû.
Gana jî tevî têkoşîna xwe nekarî derbasî tura nû bibe.
Kongoya Demokratîk dîrok nivîsand
Di Koma Kyê de Komara Kongoya Demokratîk bi 3-1 zora Ozbekistanê bir.
Kongo bi vê serkeftinê di dîroka xwe de cara yekem gihîşt tura 32yan.
Di maçê de Ozbekistan bi gola Eldor Shomurodov bi pêş ket lê Kongoyê di nîvê duyem de xwe da hev.
Yoane Wissa 2 gol û Fiston Mayele golek avêt.
Kongo bi vê encamê bû hevrika Îngilistanê.
Kolombiya û Portugal wekî hev man
Di heman komê de Kolombiya û Portugal 0-0 wekî hev man.
Kolombiya lîderiya xwe parast. Portugal jî wekî tîma duyem derbasî tura 32yan bû.
Cezayîr û Awisturya derbas bûn, Îran ma
Di Koma Jyê de Cezayîr û Awisturya 3-3 wekî hev man.
Piştî vê encamê her du tîm jî derbasî tura 32yan bûn.
Tîma Îranê bi averajê ji turnuvayê xatir xwest.
32 tîmên dawî yên Kupaya Cîhanê û maçên ku dê bikin:
Almanya - Paraguay
Fransa - Swêd
Afrîkaya Başûr - Kanada
Holenda - Fas
Portugal - Xirwatistan
Spanya - Awisturya
Amerîka - Bosniya
Belçîka - Senegal
Brezîlya - Japonya
Ivory Coast - Norwec
Meksîka - Ekwador
Îngilistan - Komara Demokratîk a Kongoyê
Arjantîn - Cape Verde
Awistralya - Misir
Kolombiya - Gana
Swîsre - Cezayîr




