Hewlêr (Rûdaw) – Messi dîsa dîrokek nivîsî û Arjantinê di maça sêyemîn a Koma Jyê ya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de 3-1 zora Urdinê bir û bi 9 puanan kom di rêza yekem de qedand.
Arjantinê di maça li Stadyuma Dallasê de destpêkeke baş kir.
Tîma Amerîkaya Başûr xuleka 7an bi gola Lo Celso ket pêş lê gol ji ber ofsaytê hat betalkirin.
Lê Arjantin xuleka 19an ket pêş.
Di lêdana serbest a ji derveyî qada ceza de Lo Celso çû ber gogê û gog rasterast şand qeleyê û gog ji quncika dûr ve çû nav toran û maç bû 1-0.
Arjantin xuleka 28an gelekî nêzîkî golê bû.
Bi pasa Tagliafico ya ji milê çepê ve, Lautaro Martinez li stûnê pêşî li gogê xist lê gog ji stûn vegeriya.
Senesi li ber qada qeleyê bi serî li goga vegeriyayî xist lê gog bi ferqeke kêm çû derve.
Hakem Istvan Kovacs piştî hişyariya VARê li pozîsyonê temaşe kir û wî tevgera li hemberî Senesi wekî faulê nirxand û xala penaltiyê nîşan da.
Di lêdana penaltiyê ya xuleka 31ê de Lautaro Martinez çû ber gogê û wî qelevan û gog şandin qoziyên cuda û lîstik kir 2-0.
Nîvê yekem ê maçê bi serdestiya Arjantinê ya 2-0 bi dawî bû.
Gola Urdinê û bersiva Messi
Tîma Amerîkaya Başûr bi lez û bez dest bi nîvê duyem jî kir.
Lautaro Martinez xuleka 53yan di êrişekê de ji milê çepê hat ber qada ceza û ji dûr ve şûteke tund avêt, gog li stûnê jor ket û çû derve.
Urdinê jî vê kêliyê li ber xwe da û xuleka 55an ferq daxist yekê.
Di êrişa ji baskê rastê de gog ji qada qeleyê re hat şandin.
Tamari bi xijikînê ji nêz ve li gogê xist û gog çû nav toran û maç bû 2-1.
Lê heta Messi ya xwe nabêje lîstik xelas nabe.
Di lêdana serbest a xuleka 80yî de Messi çû ber gogê û wî bi şûteke xweşik a ji erdê gog di rex qelevan Abulaila re şand nav toran û encam bû 3-1.
Arjantin bi encama 3-1ê bi ser ket û di komê de bû yekem.
Arjantin dê di gera 32yemîn de derkeve pêşberî tîma Cabo Verdeyê.
Urdina ku di sê maçan de ti puan nestandin, di komê de bû tîma dawî û xatir ji turnuvayê xwest.
Messi dîsa dîrok nivîsî
Stêrka 39 salî ya Arjantinê Lionel Messi, bi gola xwe ya frikîkê ya li hemberî Urdinê rekoreke nû li kariyera xwe zêde kir.
Messi bû lîstikvanê yekem ê ku di Kupaya Cîhanê de di heft maçên li ser hev de gol kiriye û navê xwe li dîrokê nivîsand.
Lîstikvanê Arjantinî gola xwe ya 6emîn a îsal a Kupaya Cîhanê jî tomar kir.
Messi di dîroka Kupaya Cîhanê de jî heta 19 gol kirine û xwedîtext ew e.




