Hewlêr (Rûdaw) - Paraguay û Almanya di qonaxa 32 tîmên dawî ya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de 1-1 weke hev man û Paraguayê di encama penaltiyan de 4-3 zora Almanyayê bir û derbasî qonaxa 16an bû.
Almanyayê piştî 12 salan dixwest careke din kupayê bibe malê û di Koma Eyê de bi 6 puanan bûbû lîder.
Her cara ku Almanya diket zorê Şêrê Kurdan Denîz Undav xwe digihand hawara wê û ew rizgar dikir.
Lê Denîz vê carê bê deng ma û Almanya jî vegeriya mala xwe.
Her du tîm li Stadyuma Bostonê derketin qadê û hatin pêşberî hev.
Di xuleka 2yan a maçê de di lêdana quncikê ya Paraguayê de Alonso bi lingê xwe yê çepê li gogê xist lê qelevan Neuer ji nêz ve rê neda golê.
Di xuleka 42yan de Paraguay 1-0 ket pêş.
Almanyayê xuleka 54an bersiv da û encam kir 1-1. Wirtz ji baskê çepê gog şand xala penaltiyê û Havertz bi serî gog ji quncika rastê şand nava toran.
Dema asayî 1-1 qediya û dema zêdekirî dest pê kir.
Di dîroka xwe de cara pêşî di penaltiyan de têk çû
Almanya di Kupaya Cîhanê de bû tîma ku herî zêde (12 caran) dema maçên wê hatiye dirêjkirin.
Di xuleka 102yan a dema zêdekirî de lîstikvanê Almanyayê Tah bi serî golek kir lê bi biryara VARê ev gol hat betalkirin ji ber ku Anton rê li ber qelevan Gill girtibû.
Di dema zêdekirî de jî hevsengî xera nebû û tîm çûn penaltiyan.
Paraguayê di penaltiyan de 4-3 zora Almanyayê bir û bilêta qonaxa 16an stand.
Almanya di dîroka Kupaya Cîhanê de cara yekem di penaltiyan de têk çû.
Paraguay dê di qonaxa 16an de bi serkeftiyê maça Fransa û Swêdê re bilîze.
Bêhêviya Almanyayê berdewam dike
Almanyaya ku armanca wê şampiyonî bû, di qonaxa 32yan de bi Kupaya Cîhanê re xatir xwest.
Almanya di 2 Kupayên Cîhanê yên dawî de (2018 û 2022) ji koman derneketibû û vê carê jî di sala 2026an de di qonaxa 32yan de têk çû.
Tîma Almanyayê salên 1954, 1974, 1990 û 2014an bûbû şampiyon û kupa biribû malê.
Di Kupaya Cîhanê ya 2026an de hesreta Almanyayê ya 12 salan bi dawî nebû.




