Hewlêr (Rûdaw) - Fransayê di qonaxa 32 tîmên dawî ya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de 3-0 zora Swêdê bir.
Fransaya ku yek ji favoriyên turnuwayê ye, di maça ku germahî gihîşt 36 pileyan de seranserê lîstikê serdest bû.
Tîma Fransayê bi lîstika xwe ya teknîk û bi stêrka xwe Kylian Mbappe lîstik stand û bilêta qonaxa 16an berda binê berîka xwe.
80 hezar û 633 alîgiran li stadyumê temaşeyî maçê kir.
Fransayê di nav 4 xulekan de du caran gog li stûnê qeleyê xist.
Mbappe xuleka 45an gog şand nava toran û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Mbappe û Barcola tor hejandin
Di nîvê duyem de jî lîstika Fransayê ya xurt bû. Xuleka 53yan de Barcola bi qelevan re rûbirû ma û encam kir 2-0.
Mbappe di xuleka 74an de ducare gog şand nava toran û maç 3-0 bi dawî bû.
Fransa dê yekşemê (5ê Tîrmehê) saet 00:00an li Philadelphiayê li hemberî Paraguayê bilîze.
Mbappe gihîşt rekoreke nû
Kylian Mbappe bi van golan di dîroka Kupaya Cîhanê de cihê xwe girt.
Mbappe di 9 maçên qonaxên bêjandinan de 10 gol kirine û ev rekoreke nû ye.
Wî lîstikvanên wekî Ronaldo (8 gol / 1998, 2002 û 2006) û Leonidas (8 gol / 1934 û 1938) li pey xwe hiştin.
Mbappe bi 18 golên xwe di dîroka turnuwayê de bû duyemîn lîstikvanê herî golker. Lîonel Messî bi 19 golan di rêza yekem de ye.
Fransayê ji 3 golan kêm nake
Fransayê di her 4 maçên xwe yên turnuwayê de herî kêm 3 gol kirine.
Lîstikvanên Didier Deschamps heta niha Senegal 3-1, Îraq 3-0, Norwêc 4-1 û Swêd 3-0 têk biriye û ev lîstika wan a xurt tirsê dixe dilê tîmên din.




