Hewlêr (Rûdaw) - Belçîkayê di qonaxa 16an a Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de 4-1 zora Amerîkayê bir û derbasî çaryeka fînalê bû.
Golên Belçîkayê ji aliyê Ketelaere (xulekên 9 û 33yan), Vanaken (xuleka 57an) û Lukaku (xuleka 90+3yan) ve hatin tomarkirin.
Gola Amerîkayê jî xuleka 31ê ji aliyê Tillman ve hat kirin.
Ji lîstikvanên Amerîkayê McKennie xuleka 35an û Tillman jî xuleka 69an karta zer dît.
Belçîka dê di çaryeka fînalê de bi Spanyayê re bilîze.
Ev pêşbirk dê 10ê Tîrmehê li bajarê Los Angelesê were lîstin.
Lîstikvanê Amerîkayî Folarin Balogun di maça qonaxa 32yan a li hemberî Bosna-Hersekê de karta sor dîtibû.
Lê belê ji ber ku cezayê wî ji aliyê FIFAyê ve hatibû bipaşxistin, ew di vê maçê de jî lîst.




