Hewlêr (Rûdaw) - Swîsreyê xewna Kolombiyayê ya ji bo Kupaya Cîhanê nîvco hişt û berê wê da malê.
Maça Swîsre û Kolombiyayê ya di qonaxa 16an a Kupaya Cîhanê de 0-0 qediya lê Swîsreyê di penaltiyan de 4-3 zora Kolombiyayê bir û derbasî çaryeka fînalê bû.
Golên Swîsreyê yên di penaltiyan de ji aliyê Xhaka, Amdouni, Itten û Vargas ve hatin kirin lê Akanji penaltiya xwe nekir gol.
Di tîma Kolombiyayê de jî Quintero, Campaz û Luis Diaz penaltiyên xwe kirin gol lê Davinson Sanchez û Hernandez gog neşand nav toran.
Çaryeka fînalê
Swîsre dê di çaryeka fînalê de bi Arjantînê re bilîze.
Maça navbera Arjantîn û Swîsreyê dê 12ê Tîrmehê saet 04:00an (bi dema Hewlêrê) li bajarê Kansasê yê Amerîkayê were lîstin.




